Hozanê Girkundê
Dilê min bûye, çemekî, ji girî
Bi hêsiran
Rûyê dûriya te, dişom!
Li ber kendalên, xeyala te
Kevala, hezkirina te
Li ser, dîwarê
Giyanê xwe, nîgar, dikim
Di şeva, tenahiya, min de
Tu dibe, mûmeke
Vêketî, li hicreya, aramiya, min
Ronî dide!
Tu dibe, kenekî dînoke
Di govenda, hestên, min de
Sema dike!
Ez dibim, parsekê, evîna te
Li meyxana, serxweşiyê
Peyalên eşqa te, dinoşînim!
Tenê ez û çend, peyvên
Ku di ferhenga, bîrdanê de
Mabûn
Helbesta, hevgihiştinê, dirêsin!
2026 _ 10 _ 3

Şîrove (0)