Helbest u pexşan

Fermana heftê sisêyan

Mûsa Qulîkî Mîlan

Fermana heftê sisêyan,
Rev û revbez mera anî;
Kuncê hêmin me bû hesret!

Doşeka me bû axa sar,
Lihêf esman, balgî zinar;
Xewên şevan me bûn hesret!

Bi şûrê ol û enfalê,
Serê gul, rihanan birîn;
Defn û kefen me bû hesret!

Bi navê ol û enfalê,
Keç û bûkên me revandin;
Hewar, gazî me bû hesret!

Mija mirinê hev rabû,
Girte ser rûyê Şengalê;
Derfeta şînê bû hesret!

Di kelekela germê da,
Devziha man mirovên me;
Şîrê zarokan bû hesret!

Em in rojreşên Şengalê,
Perîşan bûn serê çiyan;
Nanê tisî me bû hesret!

Em in bextreşên Şengalê,
Termê zarokan ser milan;
Axa welat me bû hesret!

Rûmeta me kirin bin pê,
Li ser axa şaristanan;
Mirovahî me bû hesret!

Em bûn penahber û hejar,
Di bin çadirên bêkêr da;
Serşok û şûştin bû hesret!

Di rewşa penahberî da,
Zarokan xwandin ji dest dan;
Pênûs û lênûs bû hesret!

Gelo ka Dewrêşê Evdî?
Gelo ka Qeymezê Êzdî?
Mêrên mêrxas me bûn hesret!

Gelo ka yekîtiya me?
Gelo ka berxwedana me?
Îro cî, war me bûn hesret!

Divê ku em pişt bidin hev,
Û bibin mertalên zindî;
Lewra hebûn me bû hesret!

Divê ku em dest bidin hev,
Rizgar kin hêlîna welat;
Lewra jiyan me bû hesret!
         
    Senar
Mûsa Qulîkî Mîlan
 16 Desember 2014

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…