Helbest u pexşan

Ronî Elî

Çi evîn e ..
Werisekî badayî
Mîna gewdeyê Ejdihayekî
Ku di binê bîreke bê binî de
Kevokan vedpincirîne
Her ku lêvan
Ji kenê çavên yarê ziwa dikim
Li gewriya min
Jiyanê teng dike
Û ditengijîne

Çi evîn e ….Çi evîn eNanekî li ser sêla dil eBi bihna sibehê reZimanê birçiyan şil dikeRondikên sêwiyan kul dikeÛ di xernaqa demê deKarwanê lêpirsînêBê xelat û diyarî…

Helbest û awaz
Hunermend Ronican


Hemû
Serokên dûnyayê
bila tevde gorî te bin
serokê min
Bi xebat û bi kedayê
Ji boy me wê ne wek te bin
Serokê min
Bi hikmet û bi wefayê
Ewê ne li astê te bin

Serokê minDunya dizanî
Kê sînor danî
Bihêz û mêranî
Soz bi cî anî
Serok BarzanîBi himet û mêranîyê
Û Vê fedakarîya te bin
Serokê…

Ereb Horê

Dema tu
bêjî erê
Wê der bên
ji giyanê min,
nependî
Wê bivêvirin
Şan û hêz.
Gabar û
Zagirosê min…
Wê hembêz bikin,
Perîkên tavê

Dema tubêjî erêez ê bibimaveke zelal,di nav tiliyênte yên şimayî re,birijim û bibimgomek av…da li hawîrbiçezirin binefş ûlal da,gulfiroş likêleka rêyanbidin destêevîndaran Dema tubêjî erêez ê çemê Dicleji ber bi jêrber bi jor bikim ûji nav rakim,nişîv û gerînekanEz ê çemê…

Ronî ELÎ

Dil …
Siwarê Xunava sibehê ye
Bê Şûr .. Bê Mertal
Awazên Çivêkan
Li dêmên Gulan .. Dang dike
Û di kevanê keskesorê de
Helbesta jînê
Dinimîne û dipejirîne

Dil …Kişwera civateke lal eDi bin sîbera Girjenîngên welatekî bê sînor deSerjimêriya xem û hêviyanDi gewriyeke telîz deTerxan dike Û birêve dibe Dil ..Zilx û mertala tîrkevanên Ahînan eBi şevÇîrokên rojê dişopîneDi rojê…

Mehfûzê mele silêman

Hêstir Wê herdem bi barin
Kezeb û dil wê bi arin
Ta ku em bi kar û barin
Heya hiş û bext şiyarin

Deng û dîmen tim zindînePêt jî wek dûmanê dîneKurd jê re xizm û xwedîneÇi bajarî.. çi gundîne Were mîjoyê bixwîneWere rewşa me bibîneJiyana me tim bi xwîneKarê me şîn û girîne Duşemb e, lê reş…

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Tewrêz
1373

Belgên
gulê çilmisîne!
Kes
nabêje ew weşiyan!
Ew
mehiyan, ew qetiyan!
Ew
keliyan, ew riziyan!

Gul hatiye ber mirinê!Gul ji hêşînbûnê ketye!Gul ji mezinbûnê ketye!Kes nabêje, ewa tî ye! Bavo fikra mala xwe yeHizra bejn û bala xwe yeEw dibêje mira çî ye?Ez ça bikim ewa tî ye? Bovo dibêje diya minTu guh nede wî kurê minTîr û kevan me ra bes…

Mistefa PÛNG

Ger welat be, çi mijar
Can feda be, hezar car
Mirin nake me û wan
Pêşmerge ne, em dijwar

Serî rake tu bimeşDijmin dake marê reşEv xak yar e, xweşar eDê û mak e, yek bêbeş Li wan xewnan ev bar eÎro karwan li kar eNesekine ma kî neEm ev zeman ev çare Dil bi tîn e hemî KurdPêşmerge ne…

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Tewrêz 1373

Xwazila ez qijik bûma
Bê mal û bê dirik bûma
Qijika ser daran bûma
Li ser serê sûran bûma
Peyda kira hevala xwe
Pirda bi tev delala xwe!

Bila nebûya deynê minBila nebûya ola minDeynê min çî ye? Nizanî!Ola min çî ye? Nizanî!Deynê min yê şivantiyêOla min ya bendetiyêŞivantî bikim bendê raBendetî bikim xwedê ra. Xwazila ez qijik…

Ereb Horê

Dengekî nazik,
Bibihîzim…
Gizgizok û lerz,
Giyanê min,
Tavêjin ser deydika,
Şîmijekî dilsoj û bendewarê,

sîngê gezo
Nêrîneke
Bi hez raberî
Min bê,
Bilind heltêm,
Di ser ewran re
Hînî fira bê bask
Dibim û li hemû,
Dildaran dibim,
Mêvan
Peşedaneke,
Kûr ji sîngeke şad,
Were der
Min tavêje
Ser pêlên derya
Dikevim xeweke
Nerm û şêrîn û
Şevên min…

Merwan
Berekat

Bi dengekî seyrkeyandî
Bi axîneke kelogirî
Bi rondikine şaşherikandî
Li rojeke kelrijandî
Û bi bayê hêrsekê re
Te nameya xewna me
Xiste gewriya babelîska kovanan
Û xatirxwestineke
Sotandî rêkir…

Di landika şevan deMîna zarokekî jibîrkirîPerpekîkeke baskşewtîÛ sozekî rêşaşkirîBi nêrînine bîrveçûyî Pêjna te dipelînimLi pêsîrên wê rojêWekî meynoşekî hestxwekirîDi bagera…Xatrxwestina te de veweşwişîmÇi…..Çi hîşt Ku şahiya sêperîBibe vedenga Lorandineke nehêsayîDi paşela…