Carekê tenê

Mehmûd
Badilî
 
Nuha..
çik
sayî ye asîmanê te
nema
ewr li asoyên te
difirin.
nema kevok paskên xwe
bi xunava heyva te
dişon.
Te barana xwe
li çi deverê ji bîr kiriye…
û di çi dilî de
te mija xwe nuxamtiye.
 
Anuha..
ez û çend kalemêr
li ber taweşiya serma destê te,
siya dîwaran
li zuhabûna xweziyê
dibanînin
û keçikên te
di zîqezîqa toza te de
weke şilfiya nan
li peyarên te yên bêxwedî
peyvên tazî dialêsin.
 
Ma tu hîna ji şewatê
şiyar nebûyî..?
va kitana pîrka min
li serê wê sor dibe..!.
 
Dibe ku tu bi pirsî
çima hechecîk
nema li ser têlên çekên me
xwe datînin..?
ma ne pîrejinên te jî
nema wek berê
çîrokan ji razên avê
dirêsin
û dilê xortan
ji sîngên wan bar kirine
hema ez û ne yekî dîtir
nema zimanê min
digere ku
bêjim xanima xwe:
Hîna ji te hezdikim.
Duh,
berî taya vê helbestê bihinekî
zemîn dibin lingê min de
digiriya,
hêsir û azar
bi bejîbûna laşê ba ve
hildikşiya.
 
Ji xwe min nizanîbû
kuzlikên te jî hene
û min nizanîbû
ku ez û tu wek hev
li tiştan nanerin
lê min digot qey
em wek hev ji her tiştî hez dikin.
Loma di vê êvara çekur de
dîsa tu li bîra min hat
dibe ku sedem êşa tiliya min be
herdem gulên sorî çelmisî
êşa vê tiliyê diarihînin.
Tiliya min bi kule,
de carekê tenê
bi ser vê tiliya kul de
bimîze.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…