Helbest u pexşan

Vejîna Kurd

Ji Hilma beyabanan
Dîlana yasemînan mepirsin
Ji kulîlkên ji qelşên zinaran derketine
Kenê buharê bipirsin.

Ji dara tuyê ya rût
Ramûsanên bayê zivistanê mepirsin
Ji çiyayên bejnbilind
Rengê lêvên mijê bipirsinJi şûşeyên meyê..
Rondikên goşiyên tirî
Û nalîna rezan mepirsin
Serxweşiya dilan ji meynoşan bipirsin.Tûjbûna kêrê
Ji jana birînê mepirsin
Beravêtina xewnan
Ji bêdengiya şevê mepirsin
Zerbûna mirinê

Merwan
Berekat


Hembêza siruştê
Mişt e ji hilma gulan
Govend û semaya xweşhilmê

Ji paşela deşt û newalan

Kulîlk mest inJi bihin û xunavêJi xwe xweştir e.. ezmanGerden bi keskesor Û rîşiyên baranêSibehên dêmliken Keçane û awirnaz inpertavên rojê Şad, dîn û mest in Pêlvedana ramûsananGer nêrgiz ji qurnefîlêGger beybûn ji bûkmezavê Û ger lale ji zinaranDi guhên çiyan deBîst û…

Konê Reş

Cejnê Cejnê Cejnê
Xanê rok hat bejnê
Cejna Newrozê ye
Serê nû salê ye

Va dar dipişkivin
Çiya dixemilin
Bi zer û kesk û sor
Bi riçinê wek por
Çûk çivîk dixwîn in
Hêlîna datîn in
Dil lêdide bijen
Xwerist dibe bi ken
Mirov dibe rûgeş
Jiyan şêrîn û xweş.
* * *
Cejnê Cejnê Cejnê
Xello rok…

Narîn Omer

Buhar tê pêre tê Avdar
semadarin kulîlk û dar

Gelê kurdan bi şêranî
dixemlînin dilê mestyar

Li benda wê mirad xwş tênmirada em kirîn navdar Bi karê wî lehingê pakXetîrên agirî wek ar Hesinkarê xwedî halanbi halanî dikir hawar Erê kurdno bi şehyanîemê çêkin Welat û war Ve roja nû helat û hatbi Newrozê me kuşt zordar Wiha kawa gelê bindestji xewna reş…

Senar
(Mûsa Qulîkî Mîlan)

Adar-2002

Îro ro gişk xeyirî,
Îro hîv ma xewê de,
Esman ji reqînê ket.

Topa axê cemidî,Bayê bakûr sekinî,Bilbil ji xwendinê ket.Belgê daran çilmisîn,Avên çeman sekinîn,Pirpirok firînê ket. Xeniqîn pêlên behran,Ax, landika jîna me,Mixabin hejînê ket. Reş ximama mirinê,Tevî barana xewê,Îro girt ser Helebçê. Mirovan bi neçarî, Destên xwe berdan ji hev,Roja Helebçê bû şev. Îro Helebça rengîn, Bû mala derd…

Lewend Dalînî

Dema reşaya çavên te pêlên xwe,
Li min dan!?
Birîna dil qemûşk girt, û
Sonsin di asîmanê min de
Pişkivîn!? û
Dû demîn dibûnn!?

Di naveroka çavên te de,
Hêvîyên dilê min
Sipî şîn dibûn, û
Bozê rehwan,
Di newala du reş marên te de,
Dest bi cirîda dikir!Têhna reşaya çavên te
Tîr dibû, û
Zîz bûnê diçirisand?.
Kelek bê…

Merwan Berekat

Biskên badayî
Bi bihna beybûnan
Bîrvebirin î… tu
Biriwên bazdayî
Bilbila beyaran

Barînnaz î… tu
Bangîna berdayî
Bagera birînan
Balkêşa bê yî… tu
Bi bejina bûkanî
Bawişka buharan
Berbangnew î… tu
Binefşa li benê
Baweşîna bextan
Bedenbedew î… tu
Bexş û bextxweşî yî
Banoka birînan
Bêje beya kê yî… tu?

Burhan Hisso.


Derwêş…
Derwêşo….dero
Derooooo
Ez simaîl im..simaîl ê dîn
Ji Amûdê
li Dêrikê,diqîrim
Li pey te,li ser te
Li nik Hesen,birayê te,peymayê te
Çixarekê ji ya dî pêdixin

Li ber siya gimberojan
Xefkan divedin
Ji ber berik û kuçên zarokan
Ji qoskên wan
Em dibezin
Derwêşo….dero
Dema tu birin
Heleb é li xestexaneyê
Ez li pey te
Hesenê kezeb çixare
Ji canê xwe
Ji…

Nizar Yosif

Ji evînê re tu
pêjindar î
Ez ê vî dil î
bikim tûrik ê xemên te
Û xeydan di kuncikên
wî de perde bikim
Li ser kuçk ê
bîranînan
Bi xweşiya wan kêliyan
re bi sotînim
Jêdera bînahiya
min
Şevên te
serkaniyên xewnan in
Guhêz ê dikin zeviya
aferînan

Ka ew demroniya ku singê min balgehê te beÛ Gumlek ê min Çarçevparêz ê sermilan beLêvên…

Ebdulletîf Sulêman

Bi
Dilek Sar û Pir Şikestî
Evîna xwe bi Gef min Werkirî
Di Êrmexanek pir Kûr û Dûr
Di Kêleka hove Dêwî de
Ber Ronahiya Şopa Kadizan
Li gel Têban bi Gazî û bi Kûrkûr
Ta Şiyar Bit ji Xewa Çavkoriyê
Hest û Ciwanîya xwe bi Nasî
Bes xwe bi bînî Bejin Lawaz û Hûr

* * * *
Qurtalbî ji Reşpêla Hevrikiyê
Ku li…