Raste

Brahîm Mehmûd
 
Raste
Tu welatekî li paşmayî
Tu welatekî bi neqiş nebûyî
Tu weletekî xwedî hezar birîn û
birînek
Tu welatekî di devê hezar gur û gurek
de yî
Lê tu ayineya dil hemî dadigire
Ku ez çawa dizîvirim tu ber çavên minî
Ku neqşa te di giyanên pêncî milyon
kurd de şewq dide, xwe li baa dike
Neqşeyek bi serê xwe ye, yek neqşe
Ku çi diranê hingiviye sîbera te
xwediyê xwe bi xwe re aniye xwar
Û tu weke katijmêra demê berdewam dikî
Çik çik çik bê rawestan
Gur di guritiya xwe re derdikevin
**
Raste
Gelek kêr li te  civiyane, gelek  kêr li te tisûdibin, gelek kêr li stûwê te tûj dibin
Lê hemî tevî destên zingargirtî diweşin
Tu tenê dimîne weku tu xwe dinasî
**
Raste
Bazirganî bi navê te bûne, dibin, wê bibin û hey wê bibin, çiku tu xwediyê navê xweyî,
Bazirganên bi gelek zimanan, ku hene yên bi navê te jî sûnd dixun
Lê tu ji dervî bazirganiyane, tu nayê girtin, tu nayê baskokirin
Hêlîna te roje
Sînorên te steyrik in
**
Raste
Çiyan ji çiyayên te bilintir hene, pantir hene, bi sawtir hene
Lê çiyayên te di hembêza rokê ragirtî ne
Xwe li ser te dikin te radikin û ji kesî danaxun
Bi serê zerdeşt û pîroziya Avista ev rastiyek bi serê xwe ye
**
Raste
Çem ji çemên te : Xurtir, kûrtir, dirêjtir,jihevbelavtir, firehtir hene
Lê Dicla û Ferat du cotên çemane ku steyerik xwe di ava wan de dişon. Ku xewnên mêrgan li ber kenarên wan geş dibin, ku afrandin di kûrahiya wan de xwe dinase
**
Raste
Gelî ji geliyên te bê binîtir, asêtir, bi dengtir hene
Lê geliyên te ew tenê dizanin bi çend pakrewan hembêzî xwe kirine
**
Raste
Deşt ji deştên te berhemtir hene
Lê deştên te bi bêhna pakrewanên te rûnahîtir dibin
**
Raste
Ez ne evîndarê rengê zer im, ne dengbêjê rengê keskkim, ne hezkirê rengê so rim
Lê çiko ev reng ji jiyana te ne,bi  navê te ne, dengvedana te ne, ala te ne,
Ez neşêm dilê xwe dagerînim ji van rengên lihevhatî
Neşêm xwe di nîv wan de nevegizînim
Neşêm ji kûraya canê xwe dubare nekim:
Kurdistan
Duhok
10-9-2017
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…