Mistefa PÛNG
Ger welat be, çi mijar
Can feda be, hezar car
Mirin nake me û wan
Pêşmerge ne, em dijwar
Serî rake tu bimeşDijmin dake marê reşEv xak yar e, xweşar eDê û mak e, yek bêbeş Li wan xewnan ev bar eÎro karwan li kar eNesekine ma kî neEm ev zeman ev çare Dil bi tîn e hemî KurdPêşmerge ne…
Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Tewrêz 1373
Xwazila ez qijik bûma
Bê mal û bê dirik bûma
Qijika ser daran bûma
Li ser serê sûran bûma
Peyda kira hevala xwe
Pirda bi tev delala xwe!
Bila nebûya deynê minBila nebûya ola minDeynê min çî ye? Nizanî!Ola min çî ye? Nizanî!Deynê min yê şivantiyêOla min ya bendetiyêŞivantî bikim bendê raBendetî bikim xwedê ra. Xwazila ez qijik…
Ereb Horê
Dengekî nazik,
Bibihîzim…
Gizgizok û lerz,
Giyanê min,
Tavêjin ser deydika,
Şîmijekî dilsoj û bendewarê,
sîngê gezo
Nêrîneke
Bi hez raberî
Min bê,
Bilind heltêm,
Di ser ewran re
Hînî fira bê bask
Dibim û li hemû,
Dildaran dibim,
Mêvan
Peşedaneke,
Kûr ji sîngeke şad,
Were der
Min tavêje
Ser pêlên derya
Dikevim xeweke
Nerm û şêrîn û
Şevên min…
Merwan
Berekat
Bi dengekî seyrkeyandî
Bi axîneke kelogirî
Bi rondikine şaşherikandî
Li rojeke kelrijandî
Û bi bayê hêrsekê re
Te nameya xewna me
Xiste gewriya babelîska kovanan
Û xatirxwestineke
Sotandî rêkir…
Di landika şevan deMîna zarokekî jibîrkirîPerpekîkeke baskşewtîÛ sozekî rêşaşkirîBi nêrînine bîrveçûyî Pêjna te dipelînimLi pêsîrên wê rojêWekî meynoşekî hestxwekirîDi bagera…Xatrxwestina te de veweşwişîmÇi…..Çi hîşt Ku şahiya sêperîBibe vedenga Lorandineke nehêsayîDi paşela…
Narîn Omer
Nizanim ew rengê te bû
bi nîgaşa min re kenî
Nizim ew dengê te bû
di bîroka min de jenî
Delalê min hevalê min
bêje va ev dil sekinî
Ew ne xewne xewneroje
hemî demaran disoje
Him bihişte carna doje
baxê xewna min diçinî
delalê min hevalê min
bêje va ev dil sekinî
Emir bûrî l,te digerim
…
Nizar Yosif
Ji berebûtî ya Beyabanan
Jiyana bê perde
Harbûna çivê
Ji bû ranên mêyan
Ji heyamên parî diz ve
Hûn kunên geniyê ne Nexşên kirêt Di şûnên xwe de mor dikin Tersirûşt bizdiyan Ji kûtiya Eyarê wePîsîxane kunan ji ber digirinÇalên lewat ê kûr bûn Goristan ji kevilên xwe reviyanZimanê we gerdûn vajî kir Pîroziyan dihêlin…
Adnan Hassan/ swêd
Dîno!
Tu bi kîjan çavî
derziya jiyanê bi dar
vedikî?
Tê bi çi şêweyî
birînan bidrû?
Yan jî tê wan pîne
bikî?
Di kîjan demsalê de
Wê kwînêrên te
derbibin?
DînoJiyan li dû te dibezeTu di bin qamçiyê felekê deLi îske îska xwe guhdar dikîXaçîrêka stiriyên çavbeloqêDiçe mirinêHela raweste DînoTu ber bi zivistanê ve diçîWê dîsa dilop Xewnên te biperpitîninÛ tê di…
Ereb Horê
Mirqên şîr,
Nanê şkeva
Çirra şîr û
Nîvişkê,
Devê meşkê,
Av didan neyşekira…
Melayê Cizîrî.!
Bivirê siqakirî,
Çîqên rişmalên koçeran,
Xizêmokên difina zerya,
Bezma êlan,
Gerdenaz kirin…
gunehê Şêxê Sen`anî.!
Bireka Çaldîran
Karwanên penaberan,
Buxçikên bûkê xeydî
Xwezgîniyê gurzê gula…
Se`idê Norsî…
Tîpên Celadet dane tavê
Kezwan û gûz
Mişşêna kanî û solavan
Hêvîdarên azadiyê
Xewnên dewletbûnê
Wê bibe firefira ala…
Min li…
Adnan Hassan/ swêd
Xerîbo
Şêniyê bi dilê xwere dikşîne
Serê sibehê, ji dilê êvarê veqetiya
Her yekî, çavek li ser duryanê hişt û
Dilek di sînga xwede veşart
Şehê payîzêDi porê daristanê de şikestBirûskê, li movika pişta gotinê xistHelbest lal bûŞev li hêviya gerya Xalxalokê riya evînê şaş kirPeyv li ber bayê bertavê belav bûnTav hatTav çûDîsa tav hatRewşen vemirîXerîbo Bi…
Mehfûzê mele silêman
Wî welatî navim..
Ku tê de bê nav bim
Bê çav û bê gav bim
Ku tê de sebav bim
Wî welatî navim..Ku tê de birçî bimYan jî qereçî bimBê kas û kevçîbim Wî welatî navim..Ku tê de dev bûz bimSerşor pişt xûz bimBi kûz û bi nûz bim Wî welatî navim..Ku tê hebe qedîSîtem û bedîRiswayî û gedî Wî…