ŞEVEKE VELÎSTÎ

Merwan Berekat

Di nav lêvên şevê de
helbesteke windayî
mûzîkeke jibîrkirî
bûn xweşawaz
       lê ne mîna dengê te

Gurzek ba
sureke finckirî
di nav rîşiyên baranê de
bûn ramûsanek
lê ne mîna
        yên ji lêvên te
Di paşela berbangê de
gelawêjeke keçane
stêrkine fedok
bûn dîlana sipîbûnê
             lê ne mîna sîngê te
Kulîlkên yasemînê
qurnefîlên çolane
bûn gulavzê
lê ne mîna
       ya hevdeyên porê te
Di nav giriyê ewran de
ji tazîbûna çavên te
ji feryadeke westiyayî
dimêjînim bangên sozdar
               lê tî dimîne ev giyan
Bûme xwetirxwestineke mest
di riya bîranînan de
hestên velîstî
ew jî
mîna nihrînên te
         digerin li dînbûna me…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…