Helbest u Vidyo

Koçka yarê

lazgîn dêrûnî

Ji bo yarê dilêm text e
Bi gorî can dikim nexte
Bi hêvî ma werim rex te
Bidî min ol û him bexte

Li ser pêlên evîna te
Li dûv xweş hilm û bîna te
Mirad û mexseda min bû
Werim koçka civîna te

Li wê koçkê bibim mêvan
Li ser desta bikim razan
Bi ramûsim dev û lêvan
Ber û sînga bikim talan

Civat û suhbeta yarê
Nexasim dem li êvarê
Ken û şad têne bazarê
Bi min xweştir ji kafyarê

Evîndaran guneh nîne
Li ba yezdan buhiştîne
Bi arê işqê suhtîne
Gunehbarê xwe şuştîne

28.12.2017 Swîsra

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…