Efrînyaza

 Brahîm Mehmûd

E,F,R,Î,N
Ev  çi kesên ku li jiyana xwe bûne bar?
Ku  ji mirovatiyê hatine xwar
Bi navekî  te xwe li ba dikin ” Șaxê zetûnê “
Way gidî
Ev çi bê xwedî
Ku êrîşî kurdayetiya te dikin
Ku pê xweliyê li serê xwe dikin
Bi hesinê xweyî gemar
Bi çekên xweyî har
Û tu bi navê xweyî kesk
Bi xwedayê xweyî kesk
Bi çiyayê xweyî kesk
Bi xaka xweyî kesk
Bi dîrokaxweyî kesk
Û bi pîroziya war
Bi hemî hest û helwest û kurdayetiya xweyî  şiyar
Wa Efrîna bi bejn û bal
Wa neynika gul û lal
Tu kînga lukimiye daku îro tu bilikumî?
Jiyana teyî wek deq
Mêrxasiya teyî wek deq
Nasnamateyî  mertal
Bayê teyî hişyar
Zetûnên teyî hişyar
Sînorê teyî hişiyar
Û tuyî li asîmanê heftan nayê xwar
De bela biqîrin
Bi gavên xweyî  bi sed jar
De bila te dorpêçkin
Lê te ji  jiyanê re xwe dayî
Ew bi mirna xwe dorpêçkirîne
Belê Efrîn
Wek tu mayî tu ayî
Bi navê jîn
De bikşîn
Efrînyaza
Bi vîna xweyî mizgîn
Belê Efrîn
Bila dijmin xwe rake
Bi gef û kîn
Tu ya destpêk
Tu ya dawîn
Tu yê jianek xweyî  pîroz
Bidestxîn
Duhok – 25-1l2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…