Alan Hemo
Bitirse ji min…bitirs
Ji pînên ser cilên min
Ji hepriya diya min î qetyayî
Ji tilî û simbêl ê bavê min î zer
Ji zarokekî dereng diran derketî
Çimkî zû şîrvebûyî
Zû dest u lepên xwe miştî
Zûde tî
Zûde birçî
Bitirse ji min…bitirs
Ji destê terikî binas
Tenê rahijtîye çenqel û das
Ji heq xwe nedî pênûs û qirtas
Nenivîsî maf û nequlabte mas
Destê…
Wiyam Xedas
Eger ez jina te bû ma
Minê biavêta ser pûrê te
Li ser qabên pirtûkên te yên nuh
Bi bejan te ya bilind
Bi çavên te yên zelal
Bi lêvên te yên xweş
Ji dêvla ez serkeftina te pîroz bikim
Min bala xwe ne dida ewên pêwîst hevalên te
Li ser Feyspokê
Û minê di ronîkirinekê de ji te re bigota:
Ez xwe amade…
Tengezar Marînî
Ji min..
Dem westiya
Ev șeve,
dê têkilî pirtûka min bibe, Li deverek din.
Spêdeyek ji xwe radibe
Pencere bêdestik e
Bêdawî ye rê
Kî digihe dawiyê?
Çend xêz hene, livek
Neynik heye
Ez niha diçim, wisa hilmê dikêșim
Li vê xakê tovê avê heye
Çend Idiyom,
çend wêne,
çend lidûvçûn,
çend çima
û
çendî tu..
çendî ez..
Ez li valabûnê têr bûm
Hewas Mehmûd
Kurdo ma heta kengî tu yê di bendiye?! Ma qey ne şerm û fedî ye?! Kurdo çima heta aniha derba dijmin li ser sêrî ye?! Kurdo çima tu êqil nagrî ji dîrokê?! Ma te tobe nekir?! Ev çi Mehmodkî û Osmankî ye?! Duh li Kerkokê Pêr li Kobanê Û îroj li Efrîna delal…
Konê Reş
Xanim! Ji baweriya xwe danekeve..! Gotinên te wek heyva çardeşevî di asmanê hişê min de raqisin..! Bi gulên vê Gulanê re xiliyan û hilm û bîna wan belav bû.. Bi gotinên te re; mirin û zayîn, tarî û ronahî li dor min kom bûn.. Wek zarokê ji tava heyvê bitirs, li xwe vegeriyam.. Û…
Mazin Șerîf *
Werger ji erebî: Brahîm Mehmûd
Ez hevwelatî me
Û alozim benda bersivekê ji we
Mala min li her kolanê ye..Her quncik…Her deriyekiye
Û bi saman û bê dengiya xwe dimînim
Dolmendiya min kulmek axe
Ji perîşaniyê natirsim lê
Hemî tirsa min ji mijê ye
Û ji nediyariya hiş ji we
Serokên min û we fermankirine
Fermana we fermana duristiyê ye
Û şoreşa min…
Diyaî giyanê pakrewana leheng, Barîn Kobanê
Lewend Dalînî
Roja giyanê te weke xunafeke sibehane
Çiyayê Kurmênc di radimûst, û hînik dikir,
Bihnokeke ji Binefș û Sosinên zozanê Şerefdînê
Bi rewanetir dida?
Û di asteke Firîștanî de di rêst
Lêpêçana mijeke buhiștî,
Bi semaya pêlên tîrêja awirê çavên tey lehengî re dibûne awazek,
Weke Simfonîyeke Yezdanî di hate ristin,
Û di bin…
Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Xatirxwastin ji Efrînê
Wek ya Mem û Siyabend e
Ku li dû Zînê û Xecê
Bi tîra jan û hesretan
Kezeba wan tê hingaftin!
Malavayî ji Efrînê
Wek nêrgizên sêwiyan in
Ku landika dilgiran da
Bi hezar lava û daxwaz
Pey dê, bavan têne hîştin!
Xatirxwazî ji zeytûnan
Mîna poşiya giyan e
Ku li ser darên diriyan
Bi destê Zambiyên xwînrêj
Kaş bibe, ware daxistin!
Malavayî…
Nizar Yosif
Tu bar dike
Te ji kaniyên çavan
Ji cuhkên çanan gelek vexwar
Şahî weke hercar pêçandî nixumandin
Hemî çekên xwe yên zinger girtî
Hemî kujerên harbûyîn
Bi kef a lixafan ve
Te bi me serpêhatî kirin
Sal a nû bê heşînayî
Weke salên kevnar bê oxir bî
Kêferat a me jî bi mertalên rizî
Ber negirt
Em dibin piştiyên kulan de xoz bîn
Keriyên me
Hîna…
Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Hezaran zeytûn kok birîn
Dîsa jî şitil hêşîn bûn
Hezaran çinar ser birîn
Cardin çiqilan şax vedan
Hezaran bîr miçiqandin
Dîsa kaniyan bilqvedan
Hezaran rê û dirb birîn
Cardin şiverê peyda bûn
Hezaran gund wêran kirin
Dîsa tax û kuçe şên bûn
Hezaran kes zindan kirin
Cardin Mezlûman berxwedan
Hezaran Ker, Kulik kuştin
Dîsa Dewrêşan ser hildan
Hezaran kes winda kirin
Cardin ew zatan nemir man
Hezaran…