Tu Zanê

Bavê Zozanê
Tu zanê
dema ku helbestên kenê te
di ser ezmanê dilê min de
dibûrin
wê çaxê hestê min
tije  rist û awaz û hevok dibin
Tu zanê
dema ku romana evîna te
bi dizî di ruhniya çavê min de
di pişkıve
we çaxê
bexçê  razên min
mişt teyrê Ebabîl û Kevok dibin
Tu zanê
dema ku bihna barana te
mîna ava kewserê
di nêv best û geliyên
xewnên min de diherike
wê çaxê
xem û derdê min
pêkve şerm û revok dibin
Tu zanê
dema ku sîka awirên te
bê hemd
tevlî qrmûşikên evîna min
pistepistê dike
wê çaxê
sebaxa gundê min
tije şoqil û nok dibin
Tu zanê
dema ku
payîza bejn û bala tey
xil û xavî
pelên xwey zêrîn
di ser kaniya evîna min de
di weşîne
wê çaxê
şevên tarî
hemî ji şerme rok dibin
Tu zanê
dema ku
lavlavên te ye
ber bangê
tevlî reşa penaberiya
xewa minî bizdok dibe
wê çaxê
gazinê minî behetî
bê pî û dest
û çok dibin
Tu dizanê
dema ku deh parçe
birîn bi hev re
li zingilê dilê min dixin
wê çaxê
li kafirstana kezeba çolê
li wê mesîla piçûk
li ser lêvên çem
li şûna piyên te
hest, şûnwar
û şaristanî
dizîvirin
girover û gok dibin
Tu zanê
dema ku
çira te ya kesk
nivê şevê
ji pişt ve  bi dizî
destê min digre
reqs û semayê  dike
wê çaxê
dîlan diçirise
dikene
di axive
dil û hinav yek ser
bi hev re
saz û kok dibin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…