Helbest u pexşan

Nayif çolo

Ji min re ne bêje ez hej te nakim
Tuyî nixûrya hestên min
Dema dilê min dest bi çinîna
Awazên bedewiyê kir
Û
Tu bûyî stirana jenînê

Çavên min bejna te kiriye kirasekî
hevirme
Her dîlana buhuriya te
Bi kilê xweziyê ji kildana kêfxwşiyê
Seranserî wî xêzên dilbijînê kil dike
Ma tu nizanî ku dîtina te…

Ehmed Mustafa

Li va dûrîyê
Tu min di’êşîn e
Bê te mir î me
Sebir hew bê te tê
Bîrindar dibim
Warê Evîn ê

Tu bûka dil î
Sorgula min î
Sosin û rihan î
Binefş û şekir î
Birîndar dibim
Warê Evîn ê

Şêrîn Welatoo
Hêvî û Xelatoo
Dişewit im li vir…

Narîn Omer

Buhar tê pêre tê Avdar
semadar in kulîlk û dar
Gelê kurdan bi şêranî
dixemlînin dilê mestyar

Li benda wê mirad xweş tên
mirada em kirin navdar
Bi karê wî lehingê jîr
xetîrên agirî wek ar
Hesinkarê xwedî halan

Burhan Hesso

Ez Newroz im,Newroz im
Hêvî,daxwaz û doz im
Sîmbola Azadiyê
Sirûd im Soz im, Soz im

Mizgîna buharê me
Ez nameyek e Boz im
Gulşîrav û Şîle me
Ez nû hat û nû roz im
Singera Pêşmerge me
Şal û Şapik,koloz im
Bîst û Yekê Azarê
Salvejîn û pîroz im
Keç û Dot a çiya me
Ez Kurdistana doz im
Ez Newroz im,Newroz im
Jara kurdên dilsoz…

Ehmed Mustefa

Bajarê dildar e

Efrînê bajarê dildar e
Cihê zana û xwendevan e
Bê te jiyan perçe bûye
Tu hebî hêvî namirin
[Tu hebî bo te dil şa dibe]

Tu buheşt î tu ne wêran î
Xort û keçên te evîndar in
Armanca wan li wir jiyan e
Tu nebî , bê te winda ne

Zimanê te xweş giyan e
Axa te zêr û…

Osman Îso

ji xwîna pakrewanan
giyanên axa me
tene bi tene
dûr û kûr
zîl dane
dilopên pîroz ji kaniyên zaroka
keserên dilșikest î ji hinavên dayika
heft asîman li ezber kirine û
li ser baxê ronahîya bi kul
pal vedane

*******
AAAAx Welato
deryayên cîhanê digrîn li ser te
çilpik bi çilpik
di nav xuya sekranê de
lal , șor û șîn bûne
*******
AAAAx Welato …

Cibran Xelîl Cibran
Wergerandin ji Erebî Mizgîn Hesko

Şev bêdeng bû
Û di kirasê bêdengiyê de
Xewn …xwe vedşêrin

Û heyveron geş bû
Û çavên heyveronê hene
Bi wan çavan
Ew çavdêriya rojan dike

Were..
Ey keça zeviyê
Were..
Em ê serdana mêwa aşiqan bikin
Belko em
Bi wê meyê
Bêrîkirinê vemirînin.

Di nav bênderan de
Guhdariya fîxana bulbilî bike
Guhdarî bike ka çawa
Ew awazan parve dike
Ew fîxana
Ku di asîmanekî dagirtî hilma…

Narîn Omer

Hinav westaye vê gavê
ji tîrêjên xewa tavê
Ji çavdêrên qelaş û beş
gemaran berdidin avê

Divê ew bête parastin
ji taswasê ji aravê
Bi nûzayên…

Osman Îso

Di hembêza welatê me de
Kulîlk û bêhn
nameyên evînê
ji hev re bi rê dikin
di çavên hev de xew dikin
û hîn evîndarên hevin

****
Geyayên
gund û bajarên wêrankirî
hîn bi hêz in
ruyên zemîn nepirçek dikin
Serên xwe ji ronahiyê re hil didin
û hîn zîl didin
****
Stêrkên me
hîn di dilê tarîyê de şax didin
û…

Xizan Șîlan

li tenêtiya şevistanên sar
hestên xwe dispêrim
paşila helbestê
li bêçaretiya qederê
rojên nazdar û kubar
xwe ji min veşartin
xurbetê kirasê şînê

li bedena şadiyên min
rapêça
ken û girînê ji hêlîna dil
fîrar kirin
derdê dinyaya derewîn
li ser serê min
bû barekî giran
li bêçaretiya qederê
di giyana xwe yê şermok de
têm guvaştin
li nav axîn û keservedanan
dem û dewran heliyan
ji kaniya çavên…