Tilşiîra Min Kubarî

 
Gurkan Elhac

Tilşiîra min kubarî ez kurê deştê te me
Qet ji bîra min tu narî serxweş û mestê te me
Tim li xewnê min diyarî  ber çem û bestê te me

***
Dayika dil hestiyarî ber çok û destê te me
Paşila geşt û guzarî dîlê hêrvistê te me
Li sînga kul xweş beharî mat û pêwistê te me
***
Tu ne gundî şîrin şarî şêt û şeyda te me
Rêz li  îlm û  li hunerî  l Şêx û Seydayê te me
Bi dîrok û kelepûrî  peşk ji deryayê te me
***
Nav teyarkê te  mezin bûm aşiqê werzê te me
Li ber berxan û mêşin bûm hesreta berzê te me
Li nav dexlê bi sosin bûm   ez tiyê hewzê te me
***
Nav bi rabûn û ketin bûm kesera rezê te me
Li şeqîfê tey (bi cin) bûm  dînê himbêzê te me
Ser wî girê bi hesin bûm dûrî wa merzê te me
***
Çendî çavêm werimandin xwezil wan mêşê te me
Riya lingê min dirandin hêjî dilêşê te me
Dest û tilyê min çirandin çav li qamîşê te me
***
Parçek behişta welatî ez ayîndarê te me
Felek  xiniz li min hatî  dîsa  oldarê te me
Yara dil û ceger patî ez evîndarê te me
***
Zû şîrvebûm ji sînga te birçiyê nanê te me
Wê bihna xweş ji pûnga te bêrî kolanê te me
Li dunya ye vedenga te yek ji karwanê te me
Dîlok 11.06.2020
https://www.facebook.com/gurkan.elhac/videos/10222770088457044/?t=21
 

 

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…