Du kêl li derûnê


Burhan Hiso

1.
Ez ji Sarter hizdikim
Û ji rengê nenûkên te
Ji tirafa Ebrû şeva CEGERXWÎN
Ji darkê çixata ŞÊRGO BÊKES,go ji darê ket û bi daristanê ket
MÎXÊL Êsturyas,lê nexweşya min ne Trauma ye

Ji Selma CEZÎRÎ
Ji KAFKA
Ji tîna nafka
Ji pezkofiya Sîpanê xelatê
Êşa min ne Suryaliye
di pişkê de ye
Gule ya min
Ji dûriya hilm û bihna te ye
Êşa min !
2.
Ez Reftarê genimî me
Tu hêviyên min ji bejna axê re,kezyan dihûnî?
Pêwêra guleyên dexlî
Ji baranan re dikî kewarê bayekî xûz
Camên belîn û peymanan li mêza dujminan radixî
Xinc e keçên min
Rîşt e xortên min
Yekoooooo yeko
Xwe ji demana canê min
Çen dikin xwelya sînoran
Û ez
Bûme
Şiyana gurnepaşan.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…