Helbest u pexşan

AHÎN Û NALÎN

Mahmod Oso

Nalînek tê ji çiyayên Hawar.
Gund û bajar bûn kavil û dijwar

Barek girane li ser milê min
Dane ser hev sed ahîn û kulên min

اem û newal ji xwînê bwiye sor
Gel ji welat derketin çûne dor.

Abûdan û şêxorzê û qestel
Jarê û qurnê û şarê bilibil

Bi yek can û dil da çêkin civat
Bi daxwaz û lava natê felat.

Bi qîr û firyad nalîna welat
Rabin serxwe,ev çaxa xebat.

Qelenga te ne zêr û cewhere
Xwîna sor, bûka te werê dere

Wek mîtan û horî serî hilde
Efrîn şiyar be ji xewê berde

Xort û keçên te şêrê çelengin
Kalên te şepalin û lehengin…..

Em tev zanin ser gunda azare
Azadî tê li meha……..buhara

Eger bav û bira , ne li hevbin
Mêrê dayka te , Ereb û Tirkbin.

Ege tu bi va ton , awa razî
Xulî li serê te ey  kepezî….

Ez zanim dîroka te mêr anîn
Tu jî wek wan be bi hêz û zanîn.

Bûka te xwe da ber xeml û şemla
Ji destê xwe bernede ey xuda….

Kurdistan neyaze her kes dixwazî
Hezar sal li ser min ….cengebazî

Binêre derdora te gul naze
Tirk û Ereb serê te dixwaze.

Kel, horî û sem`an sêwî ma
Bira li bira da pişta hev şika

Tevdem û encûman li hevxistin
Dijmin mala we tev da rêşkirin.

Hûn şêrin ,lê rovî ket koza we
Mirîşk dizîn şikandin boza we

Kanî li hewlêr soza we danî
Hûn hatin wekî tîtî li banî

Her kes ji bona xwe dikale
Gelî kurd ji bîrînê dinale

Kalê heftê salî bilind bankir
Kurdino rabin xebat dest pêkir

Ey nifşên nû bixwînin bi serbest
Da ku  hûn welat rakin ji bin dest.

Kurdistanê paqijkin ji dizan
Ji nûkeran û ji kesên erzan

Ey nevînên kurd bêje te xêre
Bi hîn û xwendin , zanîn zêre

Tavê buharê berxudana jînê
Geniya cahşoka dibê ji kînê

Yek car were guhdar be li sîper
Nikanin ji te bistînin yek per….

Karê mezin bike, ne karê çûk
Kes nema ji te bibê hevdak mûk

Hemo kurd li ser şopa te derin
Welat perwerin, li cengê şêrin

Efrîn,Hemrîn,Hindirîn hem şêrîn
Şewq û şemala te daye mizgîn

Bi tac û kovî ezê bibim bûk
Li binda zava bimînim ken rûk.

Ez bûka Kurdistan im rûmetdarim
Xudî namûs û şerf……..dildarim

Malê lê nikarê bibe xudan……
اeqel û rovî lê dibin serdan

Sêsid û şêst û şeş gulin şînin
Cotkar û şivan dijmin dertînin

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…