Ahmed Tahir
Gulşen û nazdara min î
Dilgeş û buhara min î
Pertew ji wan dêmê gul î
Pêt û ar xistin vî dil î
Dil birîndar,can gizgizî
Hest û nestê min lerizî
Min got hezar ox û xwezî
Xuyabûn ew bisk û kezî
Hat civînê dilber bi lez
Lêv liba tiryê nû ji rez
Mim dêm dane ber maç û gez
Xweştir ji gezo û helez
Şêrîn…
Demhat Qasimlo
Min qîr dikir û girî li derdora minjî kêf û şahî bû ,dema ji dayik bûm ,yekemcar ku min nerî li vê jînê û dinyayê ,ez ketim xewke giran û her bigirî radbûn ,lê min nikarî bû wêçaxê bikim pirs û bêjim ,gelo ez li vir çi dikim !
Ew girî çû roj bi Roj heya…
Brahîm Mehmûd
Dibêjin mêre ew çiku nêre
Bi rojê roviye bi şêvê çi şêre
Adem li jore Hewwa li jêre
Xwedê jî pêre ayin jî pêre
Yasa jî pêre û maf jî pêre
Ma çi ne pêr re çi ma ji jinê re?
Rastî ya wiye ji xwere dihêre
Gotin ya wiye ji xwere didêre
Xweşî ji wîre reşî ji wê…
Ebdilmecît Şêxo
Îro ez li rex dareke sêwî
Li tenîşt hîmeke devliken û serxweş
Li çiyayê Lêlunê
Di bin bareneke buharî de
Li gundê xwe rûnîştî me
Min çavên xwe jî bi bîriya te kil dane
Zû were!
Min deriya gulistana sînga xwe
Li ser piştê vekiriye
Tikaye!
Îro li hespê rewan sîwar nebe!
Neçe çiyayê Hawarê!
Li askan negere!
Bila ez îro nêçîra te…
Zilan Hemo
Min ji destê te
piyala hezkirinek qaçax wergirt
Siya min
Min di labîrenta awirên xwe de
hûnda ke
Bihêle ez tenê carekê bi dîtina te
xwe sed carî bikujim
Ez bûme wek perçemoka
aşiqî rojê bûye
Ber ve te ve difirim
Tu dereng mayî
Di devê deriyên kenên min de,
pîrhebokan konên xwe vedan
û jê koç kirin
vegere
min lêvên xwe li ser dêmên…
Brahîm Mehmûd
Dengek ji beşişandina dilan
An giyan
Ey giya
Hêrzek ji coşa xakê
Govendek ji bêdengiya hinasên nehêniyan
De were ha ji tere giya
Gevizandina steyrikan bi şevan
Sermestin li ser giya
Mebes tu be xwe giya
Daketina çiyan
Ji bilindbûna xwe
Daku rengê giya ezber bikin
Û ji tenêtiya xwe re bilorînin
Û bibijin hey lo lo hey lê lê giya
Robar xwe bi şînkaya giya şehdikin
Alfabêya giya
Ji…
Konê Reş
Di rojek wek îro de 20.11.2020an de, berî 31 salê, Netewên Yekbûyî peymana parastina mafê zarokan mor kiriye.. Bi vê helkeftê û Cejna zarokên cîhanê, min ev helbest nivîsandiye.. Ev helbest min di vê dîwana min a ku di sala 2013an de li Amedê hatiye çapkirin, belavbûye:
Em zarokên Kurda ne
Ji bê pirsî…
Zîlan Hemo
Min çavên xwe ji bo te kirin gerdenî
tu tenê carekê çavên xwe ji bo min veke
Ez nemam
her ku xwe perçe perçe
ji te re rê bikim
ez nemam
Vegere min vegerîne
pîne pîne careke din min pev de bidirû
piştre min weke cilekî nûdirûtî
nekewîne
ji xwe te ez li benda xwe têr kewandim
Wêne: Laleş Ebdulrehman
Brahîm Mehmûd
Rojên te yên tên
Ji mêj ve bi wan re dijiyam
Seyên te pirbûne
Riyên te har û dîn bûne
Steyrikên te di xewre çûne
Şeva reş bi te mest bûye
De ka ezê çawa dilê xwe bighînim sînorên hezkirina te gula rûxandî
Ser destên te tav û birosk nema xwedî dibin
Li bin piyên te kanî nema xewna dibînin
Di roniya çavên…
Mihemed Hesko (birasoz)
Tenê bo te..!
Payeyên balkêşiyên hestan
Çokên xwe datînin
Û xwedawendên viyanê
Ên ku li sîbera bedewebûna teKirin ku derbirîn rabiper e
Û rewanbêjî nikaribe lal bib e
Û nikaribim ji ber navgiranî
Û tîrêjên awirên çavên te birevim?
Çavên te yên ku
Hemû wateyên rastî û dilpakî yê
Û rengên pêşerojê û nameyên yekbûnê
Tevî bawrmendiyê di xwe…