Ez Ne Nêçîrvan im


Gurkan Elhac

Were şox û şenga zozanê min
Netirse ahûka narîn
Nereve  kûvîka bedew
Olê min de çerm û kurk , goştê xezala qedexe ye
Xwîna wan heram e
Bê neynik mam e

Dixawzim xwe di çavê te de bibînim
Serê xwe deynim ber siha te têr razim
xifşên te hembêzbikim
Di hêlana xewnên xwe de  wan bihejînim
Destê xwe ser anya wan re bibim û bînim
Xwe ser serê min re teqle bavêjin
Ser sînga min  xwe bi gevêzin
Ezê rêsiyê emrê xwe li ber wan raxim
Em bi hev re nav mêrgên dilovaniyê
Bibezin , bikevin û rabin
Ava çemê hezkirinê bipijiqîn hev
Di şikeftê canê min de veşartokê bilîzin
Em bi hev re ji ser girê hêviyan xwe bişemitînin
Em li perpirîkên tiqetiq û kenê wan temaşe bikin.
Hêmin be kûvîka bedew
Ne sosret e
Ez ne nêçîrvan im.
Dîlok:12.02.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…