FELSEFA RIJÎ


Ehmed Tahir

Ji felsefa bav û kala
Em ketin çal û newala

Em fêrbûn bi xişt û nivişt
Bi hezaran me ji hev kuşt

Her me got ola me islam
Dijmin berik bire ser dam

Bi vê çanda pîs û gemar
Em kirin dijmin û neyar

Çi cara me got hey hewar
Dibêjin kurd bûne kufar

Bi vî ramanê kevnperist
Derew bi ser rastiyê xist

Ji hev kirin parçe û bend
Heta kund li ser welat xwend

Mal û mulkê me tev xwarin
Gotin kurd bê cî û warin

Hin ji kurdên pîs û xiniz
Gel tolaz û zigurd û diz

Bûne dostê dagîrkere
Çav berdane zêr û pere

Xwe firotin bi hesanî
Ji kêm aqil û nezanî

Par û pişka me parçebûn
Omîd û hêviyê me çûn

Hin rêbaz û hin felsefa
Tiştek nebû ji wan mefa

Pir bûn kêşe û rikberî
Tiştê me xwest neçû serî

Çiqas me kir qîr û hewar
Ser pişta me hatin siwar

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…