Wek dihatin wa diçûn


Şefîq Îsa

Destevala rût û tazî
Wa dihatin ,wa dirin
Kê çi dahev ma li şûnê
Dawiya bûnê mirin
Em bi çavên xwe dibînin
Ên berî me çi birin

Ka kesên xwe xurt didîtin
Ên digotin em pir in
Ên ku dane ser dilên hev
Pêl serê hevdû kirin
Hin li gerdûnê dibin pûş
Hin bi tundî agir in
Devbixwîn in ,lev bi kîn in
Berxik in , hin jî gur in
Ka berîk û kanî torba
Kanî mewdan, kanî kan
Ka li ser hev kom dikir te
Bi lepan û kodikan
Hin bi fêla hin bê şêla
Hin xap û hin çekan
Ên serî w bêvil dihildan
Ketne bin axê şikan
Ên keda xelkê dixwarin
Bûne para kurmikan
Ên xelik riswa kirin pir
bûne mîna kûçikan
Te ji xwe bawer dikir ku
Tê bimînî sermedî
Çarenûsa ên berî te dîtibûn
Va ye te dî
De bibêje na mi` navê
Ev mirina bêxwedî
Ma tu karî dest û lingan
Ji jiyanê bernedî
Ma tu çawa rût û tazî
Ji kesî nake fedî
Sed mixabin be li payê
Dawiyê bûye bedî
Çav û guh û dev û mêjî
Bê mefa çûn nebedî
…..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…

EBDILBAQȊ ELȊ

1-Çarçoveya Erdnîgarî, Stratejîk û Dîrokî

Qamişlo li bakurê rojhilatê Komara Sûriyeya ye, li xaça 37.30 pileyan a bakur û 41.13 pileyan a rojhilat, li bilindahiya nêzîkî 450 metreyan ji asta deryayê. Sînorê wê yê bakur bi Çiyayên Torosê ve tê girêdan, tenê yek kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û…