Helbest u pexşan

XWENDIN JIYAN E

Şiyar Silêman

Bixwîne, bixwîne
Xwendin jiyan e
Bixwîne, bixwîne
Xwendin giyan e
Ji bona her mirovî

                  Xwendin can û rewan  e
Hevaltiya pirtûkê           
                   Bo jîna me derman e
Dost û yara herdem e    
                   Civanê wê seyran e
Dostê wê her zana ye     
                    Yê jê dûr e poşman e
                     ******
Pirtûk raza jînê ye          
        Nîvişkê serboran e
Mirov bi çi tê nasîn?        
        Tenê bîr û raman e
Zanîn taca zêrîn e          
           Bi xwendinê pêkan e
Zanîn avedanî ye
           Meydana xweşmêran e
                     ******
Kesê mejî ava be
               Ew lehengê zeman e
Serî qet naçimîne
                   Dilêr û qehreman e
Serfirz û azad e
                   Xwedan navê giran e
Wateya vê jiyanê
                 Azadî`w serhildan e
                ******
Civaka pir xwenda be
           Pêşketna wê hêsan e
Sitemkarî jê dûr e
          Herdem şên û avan e
Civaka bê xwendin be
          Warê derd û êşan e
Xizanî û nezanî
          Cêwiyên ne cuda ne
Bixwîne, bixwîne
Xwendin jiyan e
Bixwîne, bixwîne
Xwendin giyan e

09/02/2021

https://www.facebook.com/shiyar.hemo/posts/2240361156097256

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…