Helbest u pexşan

Sahir Al Baedrî
Ez dîn kirim wan çavaDîsa ez êxistime davaMal li min wêran kirinÛ agir berdane hinava

Ewan çavan dil berêDil ji singê anîn derêBerê min dan wexerêFaydenekir hêvî û lava… Wan çavan ez kuştimJê weşîn pirr tîr û rimHey bê wefa hey zalimMal li te qet ne ava… Te dame ber rim û tîraÛ ez anîme rêza…

Zûbêr Yûsiv
Gotin bi rehetî,xuristî li ser zimên diherikîn….Dengekî hebekî ketî bûLê zirz û şidyayî bû.Ji xwe razî bû.

..Henekçî, bi zîrekî kêlîk û rewş ya di nav de…him bi qerfî-hunerî, him bi cegerdarî bi qelafet dikirin..Pêşkêşî guhdarê xwe dikir…Hawîrdor – bi çalakiya liva xwe,berê rûyê xwe…Bi gwîzlikek tenikî ber çava…her kes jîDi zefta tasîra xwe de…


Mehmûd Badilî
Destê sibehêhatim ber derîyê mala te wek deh kund li ser kavilê dilê min xewnd dibin ku tu ne bi tenha xweyîmin rûyê te di çavika camê de mist davajî dilbijandina baranêku di vê kêlîkê de dest pê kir hûr bibarewisa dil bi deyax bû.Zimanê şewitî bêhna sêvên weşiyayî jê tê sîbereke şikestî!

***
Destê sibehêmin li zingilê derîyê mala te…

Hêvîn Cefer

Newroz hat Gul bişkuvîn
Deşt û zozan xemilîn
Keç û xort li hev civîn
Li ser te bûn har û dîn
Ji bo te kirin tekoşîn
Dildara min dilbirîn
Hêstirên çavan darivîn
Teqeta çogên me Efrîn

****
Dengê xwe rake Evîn
Lê merdê bike qêrîn
Hilde awazên xemgîn
Bi destana Mem û Zîn
Çanda M.Reşît bixwîn
Û qedera Ednan dilbirîn
Zerya Cemîl bilorîn
Bi tembûra Adîk bihejîn
Şa bike…

Mahir Hesen
Keniya te caniya te

heyva ji nav stêra daket

Meşa Te ,naz naziya te

Dil li ber wê mehderê ket

Êdî pey te re , Li dil de

Gulek nih …

Şefîq Îsa

Destevala rût û tazî
Wa dihatin ,wa dirin
Kê çi dahev ma li şûnê
Dawiya bûnê mirin
Em bi çavên xwe dibînin
Ên berî me çi birin

Ka kesên xwe xurt didîtin
Ên digotin em pir in
Ên ku dane ser dilên hev
Pêl serê hevdû kirin
Hin li gerdûnê dibin pûş
Hin bi tundî agir in
Devbixwîn in ,lev bi kîn in
Berxik in , hin…

Ebdilmecît Şêxo

Rûmeta min tî ye
Bîriya ava Buharê kiriye
Bîriya baweşînên darên min kiriye
Bîriya stranên dayika min
Cemîl Horo, bavê Selah kiriye.

Rûmeta min tî ye
Bêriya destanên dildaran
Şepalên serdema xwe kiriye
Bêriya dîlbera Cegerxwîn
Û Şêrko Bêkes kiriye.

Rûmeta min tî ye
Peyvên min avis bûne
Ez nizanim !
Ez ji Ahoramezda dipirsim
Ez çi navan
Li bûkên peyvên xwe
Bikim?.

Kûzên avê kaniyan…

Lazgîn dêrûnî

Gulfiroşa gulgerîn
Wan gula virda werîn
Min divê yek gulşirîn
Nazik û sor û bi bîn

Da bidim dest dilberê
Dil evîn û perwerê
Dêm ji rengê fenerê
Ew qeşenga xem revîn

Vaye cejna evîn e
Rojeke pir şêrîn e
Him pîroz û mizgîn e
Yar dikin bo hev civîn

Ez ji bîr nakim ticar
Her li bîra mine yar
Gul û dil herdû diyar
Ser ve…

Mihemed Hemkoçer

Keçê dilê min xemgîn e
Ji dûrbûna te ji min da
Her roj dike dilezîne
Çima dilê min te berda
Bêje ji min çi divê tu
Bidim te, ez di wê gavê
Bes ji min re nîşanke tu
Derxîne dil ji hinavê

Ji ber wê eşq û sewda te
Dîl û dal û perîşan im
Nizanim ez çi bêjim te
Dîn û lal û bêziman…

Gurkan Elhac

Were şox û şenga zozanê min
Netirse ahûka narîn
Nereve kûvîka bedew
Olê min de çerm û kurk , goştê xezala qedexe ye
Xwîna wan heram e
Bê neynik mam e

Dixawzim xwe di çavê te de bibînim
Serê xwe deynim ber siha te têr razim
xifşên te hembêzbikim
Di hêlana xewnên xwe de wan bihejînim
Destê xwe ser anya wan…