Helbest u pexşan

Leşkerê Roj Sembola Berxwdanê


Emel Hesen

Ey Pêşmergên lehig û Nêçîrvan
Qehremanên qada Mihabad û Koban
Dilsozên Rêbaza Qazî û Barzan
Serbazên Deşit û Çiya û Zozan
Awazên Zageroz û Korek û Şingal
Sazbendên Cemê Aras، Dijle û Ferat
Cengevanên Axa Mêdiya û Mîtan
Cangoriyên Şorşa Eylûl û Golan

Ey Leşkerên rojên geran
Dilêr û Serbaz û Rêbaz
Ey Şêr in Welatê Şêrgo û bêkes
Yêşikand Serê Faris û Çerkes
Hate Newroz û Sersal û Buhar
Rahêjin Tifenga Barzan
Rûmeta hebûna Insan
Yê ku dijmin jêdeke hesab

Gel bi we Şanaz û Serfirazin
Kesek, Sor, Zer aştîxwez e
Netewa pîroz xweş awaz e
Van Sînora tevan rakin
Qyîd û zincîran bişikînin
Dijmenê hov em talankir
Gond û şênî li hev parkir
Ji bin destiyê me rizgarkin

Êdî bese zilm û zorî
Qêrîna me giheşt jûrî
Kes li me nabe xwedî
Li vî zemanê bê Fedî
Ta kengî em bêjin bratî
Bes e kurdo îro roja Yekîtî

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…