EMEL HESEN
Şahê Kurdan Kefî sor e
Desmala wî gul û mor e
Per Şemal û Sîbêl Şûr e
Ramanê wî kûr û dûr e
Çiyayê Şêrîn jêre jîn e
Kar û Xbat û hêlim û vîn e
Navê kaka lê Şêrîn e
Dengê Çekan Saz dbîn e
Serok Mesûd xweş dilêr e
Ew lehengê berz û mêr e
Li Çeperan weke Şêr e
Mebsta wî Xalek…
EMEL HASEN
Keça Kurd im pozbilind im
Bi Şahê Barzan serbilind im
Gewr û rend û çavpling im
Mîna Çiya Şêr û Find im
Xweragir im û Rexit hilgir im
Li her warî ez Agir im
Çeka Leyla ez hilgir im
Mêrg û Geliya ez sorgul im
Kesk û sor û Ala zer im
Li azadiyê ez diger im
Ez li ver im û venager…
Xizan Şîlan
ez
bi pêpelokên rastî û zanastiyê
ber bi kamilbûn û arifbûnê ve
hildikişim
li ser rêya aqil û mantiqa felsefê
bêrawestan dimeşim
tûrikê pêşeroja nediyar
bi îlhama eşqa nûraniyê
dadigirim
rengê wêneya fazîlet û heqîqetê
li albûma qîblegeha derûniya xwe
dineqişînim
ez
tovên xweşbînî, dilovanî, aramî û wijdaniyê
bêhna çîçekên bax û bostanên rengîn
li ser axa giyanê sefîl
direşînim
hestên qencî, camêrî û destfirehiyê
nefsbiçûkî û hezkirinê pêşkeşî xêrnexwaz…
Cankurd
Gula min ji nav axa sor a deșta Dudêriya ye
Wekî keçeka Kurd e, ciwan û bejin di hev da
Coyekî piçûk e, aveke Kanîsarekê di nav da…
Dixulxule ji sîngê Keloșkê
û tenbûreke Adîkê di dest da…
Di ezmanê gula min re
ewirên dagirtî dilivlivin
dibine çem û rûbar
û bilbil xwe davêjin bi…
Mihemed Hesko (birasoz)
Heşdehê avdarê, tu çi reşroj î
Him dil û him cegera me disoj î
Xençerê kuştina me, tu çi tûj î
Hebûn û nemana me jî dikuj î
Çar salin, Efrîn can birîndar e
Çar salin bi qîrîn û bi hawar e
Çar salin dirindeyî lê dibar e
Çar salin bê newroz û bê bihar e
Birîna Efrînê kûr û xedar…
Alan Hemo
Wek ku sînga min
Tijî gul bin
Her ku henasekê dikşînim
Çûkek difire
Wek ku çavên min çirax bin
Di kurahiya deriya tariyê de
Dinavbera awir û awirê de
Periyê perwanekê biçirûse
Wek ku dilê min quntara çiyakî be
Li tehtibejeke xalî
Guvîna bayê xerbî
Li bin baskê balindeyekî keve
Wek ku bîranînên min giravek be
Li nav zirpêlan û bablîsokan de
Pêwendîwendayî be
Pirrek mermerî peyda be
Wek…
Konê Reş
Cejnê Cejnê Cejnê
Xanê rok hat bejnê
Cejna Newrozê ye
Serê nû salê ye
Va dar dipişkivin
Çiya dixemilin
Bi zer û kesk û sor
Bi riçinê wek por
Çûk çivîk dixwîn in
Hêlîna datîn in
Dil lêdide bijen
Xwerist dibe bi ken
Mirov dibe rûgeş
Jiyan şêrîn û xweş
Cejnê Cejnê Cejnê
Xello rok hat bejnê
Cejna Newrozê ye
Destpêka salê ye
Cejna ji sed salan
Roja bav…
Konê Reş
Adarê!
Di pencereyan re
Xuya dike
Di nav lihevketina pêlan de
Bi ser me de
Dibare
Di çîrokên bahoz û xemgîniya demê de
Şil dibe,
Bêrîkirin jê di fûre.. Û
Çepel û megrûdî jî
Hewil didin ku
Canê xwe ji
Netebitîbûnê aram bikin û
Xwe ji şewatê bi parêzin..!
Adarê!
Di sibehên te de
Dêmê Qamişlo
Di kolan û sikakan de
Digirî,
Rondik wek xunava buharî
Tê xwarê û
Dengê nalînê di qirika xelkê…
Ebdilmecît Şêxo
Di Pasa Çiyayê Kurmênc de
Bese!
Çavên xwe
Bi nêrîna çiyan
Û giran bêşîne !
Biwestîne!
Bi min re got:
Lê lêvên wê li rex min
Dilerizîn.
Na! Ezê binêrim
Bila dilopa dawiyê
Ji ronahiya çavên min
Biherike!
Ezê binêrim
Û çend dilopên ronahiyê
Ji tîrêjên çavên te
Bidizim.
Pêlên porê dilbera min
Nazik ,nazik
Hevdu maç dikin
Qermîçekên bêzariyê
Li ser…
Helbestvan:Atanas Delçêv
Wergrandin: Xurşîd Ilêwî
Ne tê bîra min û ne min dît!
Ma gelo salên temenê min bûrîn?
Xwedêyo!
Tu nehêle ez bimirim berî ku bijîm!
Min ji nav van girêbendan derxîne
Min, careke din, fêrî hêsaniyê bike!
Da Îna dawî ya dil bidime hevdîtina dawî.
Da bi kêfxweşiya zarokekî hest bibim; ew zarokê ku pêşîtirîn guliyên berfê bi devekî vekirî dide hev.
Ey…