RISTEHEYAM


Şukrî Şêx Nebî

li benda …
pêpelokên kildanê
kilçîv zuhadibûn
Ii sînga dîwanan…?
ji şewşedana…
lêvên rewanê
wate dipijiqin
mîna
xewna  şevnem û xunavan ?
ji zorezora…

xulîya awaza eyazê û omîdan
gulîbaskên sîmirgan
tên …
daf û xefka hûnanê …?
de rabe… !
xwe bi hevde
belku …
bask û baleyên sirûdan
deq û çînên xwe
ji destezora…
ba û bahozan  bigre… ?
yan jî…
bila rok
tola xwe di hêvanê
serkêla peyvande bihêle  ?
ne pêşe …
ne jî paşe…
ew reh û rehrehokên
ristezara stêrkanin
çaxa …
bask û balên
helbestên xwe didin
şahstêrka  quraxê  ?
çawan …
heyv
di çerx û dewrana
xwede dilikumê …?
parçe parçe
deng dadan û vedane …!
ez…
bi qurban
ne hêleke
û ne jî çarin
dewranê …
dergeh…
li xwe girtibû  
weku  jojîyan   !
wisabû …
ez…
bi qurban
hêl
diweşîyan ji hêlanan  ?
mîna..
soz û sazê welatekî
di binî pençezora gefa roxînan …?!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…