Mahîn Şêxanî.
li herderê talan
û mirin û kuştin e
ya hebs û zindan
û girtin ewarek nema
em lê bi cîh bibin
ne li hundir
û ne li derve
parasitn e
berê xwe
bi kuyde vekin
derî hatin girtin e
miletê hov
Iro bo qeder
lê ser sinorê min e
em bûn penaber
ú
hîn xelasî
jiwan tune
leanet li wê rojê bê
ku van hovan kirin
jîranê…
Gurgan Elhac
Ji cîwarî kela canî
Ji deryaçê ji zozanî
Ji kavilkî dilê Xanî
Ji rondik hat, keça Wanî
*
Ji bihrîkên mişextanî
Ji kûr rayê dirextanî
Ji omîdê li wextanî
Beharek nû te jîn anî
*
Dû feryadê li biyyanî
Dû leylanê beyabanî
Dû eşkencê di zindanê
Tu bû rehmek ji ezmanî
*
Bi cî kir min ji wêranê
Birim kuşkê li eywanê
Li ber textê xwe sultanê
Li porê dest bir û…
Eymen bekir
Dirbêsiya min a bedew
Min çendî vexwariye
Mast û şîrê te
Li ser sînga te kiriye xew
Dirbêsiyê dilovanê
Ji dûrbûna te ez mest bûm
jiyan li min bûye zindanEz westiyam ji kovanan
ji hêviyên xewnên vala
Perîşan bûm li vê jînê
Xort im çûma halê kala
Firmiskên min bûne kanî
Diherikin li newala.
Bo min bêje
Ma ta kengî?
Ez ê bigrîm li ser…
Wergerandin: Bavê Zozanê
Me dikarîbû em rewşê serast bikin
Ti bixwe bûbana ailyê herî baş
Te xwe hinekî daxistibane, wekî ku timî min dikir!
Te dikarîbû gotina “Bayanî baş“ timî bigota…
Û ezê ta beyanê li benda wê be, ta te bigota!
Bi şev ji xwe tê xatir ji min bixweste,û piştî te minê gerdûn kilît kiriba!
Tiştê pê hest dikim ne…
Burhan Hesso
Dem bê wate ye
Got in, bê xwê ne
Ta kengî , emê bi dizî bijîn û eşker bimrin
Diwêt di silavan de nema go ez ji te re rêkim
Em nema xeşûlê ji çol a AMÛDÊ ji bo DAYIKAN diçinin lo
Lo hevalê pênûsê
rêwiyê keserê
Keleşêr ê şîrkirina Şeveqan
Mamostê hiş û sawêrên zarokan
Palevanê doza Azadiyê
Silava nanê sibehan
Lo
Ta Kengî?
Emê…
Mizgîn Hesko
Vê gavê…
Û kezebên sohtî û birînên hîn jî vêketî
Govanên şikestina dilkên asoyê ne…!
Dayikên….
Çav li rê …
Û rondikan…
Rêçikên zuha
Di rûyên vemirî de
Xêzkiribûn.
Gulberoyên spêdeyên tîrmehê
Ey dilên zîz…
Dilên ji giriyanê
Ji westanê
Û ji bendemanê…
Herî, herî zîz….!
Ey…
Destên li ber hilma qehweya Kalo û sirûdan
Heşîn hatî…
Bişkojên ji kum û kolozên berxwedanê
Derçûyî…?
Ey….
Pêdraiya li ber bîna…
Mizgîn Hesko
Du…
Sê û çarbar e…
Mah û salan
Pencereya di biniya parsiwê elindê
Ji baweşîna nêrgizên evînê re
Vekirî bihêle
Bila xifişika nazenîn
Dema gihiştina zeviyên rewan
Ji mista destên spêdeyê
Û ji weşiyên hêviyê
Sinbil, bi sinbil
Peyal û peyal
Sermest bibe…!
Ew tiliyên min î vemirî bûn
Li lalezarê …
Vedigeriyan…!
Hezarbar e…
Bila tayên rîhanên omîdewar…
Di demsalên işqê de
Pencere, bi pencere
Ber bi bejna sirûdê ve
Hilkişin…
Konê Reş
Şêxê me şaşik şîn bû
Ne sofî û ne dîn bû.
Kurdperwer û zana bû
Doza wî xweş xuya bû.
Armanca wî wekhevî
Ji xelkên Sûrî re tevî.
Ku zilm û zor nemîne
Welat aram bimîne.
Mindal têde serfiraz
Bifirin wek teyrên Baz.
Lê mixabin sed carî
Kuştin xwediyê vî barî.
Cangoriyê vê sozê
Şêx Maşoqê vê dozê.
Lava dikim ji…
Xizan Șîlan
ez
peleke ji dara xwe
weşiyayî me
li ber mîratiya bayê xerîbiyê
berba dibim
daxwazên birçî
di malzaroka xeyalên xwe de
xwedî dikim
qêrîna dergûşê giyana xwe
bi şîrê pêsîra heyveroniyê
aşt dikim
nameyeke bêbersiv
û bênavnîşan im
her şev ramanên westiyayî
bi lihêfa helbestan
dinixumînim
li hingura êvarên tenêtiyê
meya serxweşiya eşqê
dinoşim
temenê mesûm
li nav salên bêwefa bihurî
nêrgîzên baxê hezkirinê
çilmisîn
ji gewriya kaniyê
xwîn dipale
sebir
li peravên çem dinale
bîranîn
di êşa qefesa demsalan…
Konê Reş
Gulê Gulê! Hat Gulan
Xak xemilî ji rengan
Çûk difirin li asman
Seyran xweşe li waran
Şanê, Xanê, Zozanê!Heyva me a Gulanê
Bikin kêf û dîlanê
Salê careke Canê
Xecê, Xecê! Gulan hat
Siyabendo! Roj hilat
Salek çû û yek nû hat
Bihar xweşe li welat.
Huner, Nesrîn û Wanê!
Bîst û Şeşê Gulanê
Ji bo man û nemanê
Hat Şoreşa Gulanê.
Qamişlo, 26.05.2023