Helbest u Vidyo

Bi du Jîna


Gulşah Sulêman.

em kurd jîn dibin
yek jîna Emînî  keça seqezî
ya dî ĵîna  pêşrewê Dizeyî
mindala sava hewlêrî
herdu bi baskên pakrewaniyê
ber bi buhiştê ve firîn

herdû jî bi destên qirêjîê pasdaranê Îranî
ji jînê hatin birîn
ew periya bê gunah
  bi topbarana tund hate bin ax kirîn
erê jîna wan li jînê nema ye
lê hemû kurd bi wan dijîn
Îro roja ji dayikbûna
Jîna yek salî ye
hêsiran ez nabarînim
vê sema zivistanê
ta gunah li wan nebarînim
ew buhiştîne
bi firişteyan re dijîn
her emê salyada wan pîroz bikin û
 vegerînin
bi dilxoş û nexoş emê herdû jînan bi bîrbînin
bi ala rengîn bipêçin
û bîna gulan li ser gorên wan bireşînin
ew kulîlka sava
ku bi buhara isal şad nebû
wê her di hiş û mejiyê me de
yadek serfiraz û  bi bîn bimîne
herbijîn herdû jîna
pêşrew û Emînî
şermezarî bo dijminên kurdan
û herbijîn hemû pakrewanên kurd û kurdistan
!! li ser rêya serxwebûn û azadiyê

 25/1/2024

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…