Helbest u pexşan

Darberûyek û heşîn têm…!


Mizgîn Hesko

                / Yek Jîna. Du Jîna û hezarbare Jîna /

Jîna…
Û dubare û hezarbare Jîna…?!
Min vemirînin
Û vaye avdar di rê de
Ji nîv axê…
Tiliyên sava!
Gulnewroz û guljîn
Û kembereke ji keskesorê
Bjina darberûyê himêz dike…!

Min vemirînin
Û destên min…?!
Destek di bin serê çiyê de
Û yek di paşila zeviyê de
Û destekî din
Bênderek gernijîn
Min…
Platînkên xilmaş
Li dilê bihiştê
Vedigerandin…!

Û destekî ji we ve nexuya
Xurîna tîrêjê û li van joriyan
Bilndahiya darberûyekê
Û heşîn têm!

Û destek…
Û hîn jî destek
Û çend werzên behitî…?
Mijde û mizgînî
Di dergehê sirûdê re
Keskînî û bişkoj der têm!

Dubare û hezarbare
Min vemirînin…
Û bişirînên di çavan de
Xalxalokên elindê
Bi roniyê re hildiperikin
Û bi alayê re disitirînin!

Jîna me…
Siberoja cejnê…
Refek Jîn û li her çar aliyan
Jîn dibim

Jîn dibim û bi xeml û nazeninî
Têm semaya Newrozê

Binefş û nêrgiz
Li ser bejna xakê bişikivîn
Erê…
Her herikîn…?
Û her şev û her bîstik û yekê rojê…!

Jîna me…
Bilndahiya darberûyekê û heşîn têm
Û vaye avdar di rê de
Erê…
Ciwanîka baxên xwe me
Her bejna darekê
Dubare û hezarbare
Dibezim tîşkên dozê.

18. Rêbendana 2024.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…