Helbest u pexşan


Saher Elbaedrî

li Dawetê min dî
keçikek ji min re dikene
min zanî ku ev ji
nîşanê hezkirinê ne
hat û hat û nêzîk bu
li min sar û gerim bu
agirê dilêm xweş bu
û ew hê ya li cem mine…

destê xwe dana ser dil
û gote min netirse
wê vemirand ew agir
got ezim li te dipirse
got min gelek te hezkir
silav navê min gûlçine…

silava…

Zanav kêtkanî

Dema kû ez rojê dibînim
Şeva tarî dikevê mêjîyê min
Êşa giran dikevê dilê min
Serxweş dibim bê evîn û bade
Dil reş dibim bê pînûs û rûpel
Dinevisînim saz û helbest
Şîyar dikim şad û dilşad
Sax dikim gora mem û zînê
Xeyal dikim kû ez memim
Û tû zîna zêdanê
Li dijî min tû berfa sipîye
Sing gewr û lêv sore

Min ji…

evîn şikakî

Helbestên
min li hev civîn
bi biyaniyê biharê
xwe şûştin
bi nêrgiza
xwe xemilandin
keziyên xwe bi girnijîna gula
neqişandin
qesta dilê te kirin

xwestin
di derya çavê te de
melevaniyekî
bikin
dema gihiştin
dilê te helbestê min bê kelek û gemy hêlan

Rêwî Girpirî

Goristana kul û derdaye hestè min
Deryake bè biniye ramana min
Solav û cobarin hîsir li çavè min
çûkè bask şikestiye rewanè min
Dayik û evîne welatè min …
Wek pir ji kurda bume rewi
Dûrim bi tenè bè xwedî
Wek vî barî giran tucari min nedî ..

pişt li min şikand
û jiyan li min kir girî
bese dil…

Reyhan Serhan

Carna gotin di qedin û bedengi di axive Evîn di wesetin hest di bezin û di firinHemû tişt di qede Lê birîna evîne na yê girtin û ji bîrkirinTene birîna evîne vekirî te heştinNayê cebirandin bi tû dermanan

Min ji zûdê ji te heskiribûPaşê jî min ji lawê te ê esmer heskirÎdî ez ne…

Wenda Şêxo

Bihna hezarên helbestan
Tîbûna qamişlo naşkînin
Û hezarê dîtir
Di xwîna minde tevdigerin
Û birîna derman nakin….
Kerba ku hat
Serdana nivîna min
Di şeveke tarî û dijwarde
Hez û bihriyê ku li balgiha min didan
Êş û arazê min tev radikirin….

Ez bi tenê bûm
Li ber bahozê
Şax guliyêmin dişkestin
Şeveng hatemin
Geh dikenim
Û geh di barim
Bi hêz û ser bilindî….
Wê kî van…

Temoz ŞEMALÎ

Erê becawîşo
surûdên azadiyê
li ser doza nevegerê
bi tîrêjên hermirovahiyê
bineqşînin,
ji bona mizgîniya dazdehê avdarê
li siwarê ling windayî kin
û hezar ramûsanên
bi bihna nêrgizên Efrînê şil
li ser riwê wî biweşînin
û bêjinê

hînê ewên ku
li parçeyê lingê te digerin
westahî bi baweriyên xwe
şewitandin e.
Bêjinê
hînê ewên ku
li siya giyana hevalên te
rûniştine
ji pêşerojê re xweşbînin
û jîna berxwedaniyê bê herahera
bi nirînên li…

Seyid Feysel Moctevî
mojtavy@hotmail.com

Perên teYên RengînCarekî dinWekîKerkûkÛ HelebçêBi qehra dijmin hatin sotin

Qîriya Zarûkên te yê bêzimanDi landikê deLi der û kulengêGuhê alema ker deDizivirinEmanayêbihîstin
PenbûDikin pençerên guhPiştî teqîna bombeyên terorîsmêTerorîsma korKu bêgunehiya teYa îroDuhuPêrBetirapêrDi bal û zêhan cihana mekirbaz deNemîne…… Ma teqîna BombeyênTerorêstênErebXûn mij XûnxarZnjadperes
KêmtireJiErdhijîna PêroyêYa 8 rîştêran?Ku Hêlîna teLi ser sorsorîşka deHirifand
PitirJiHezar kesBê malCanÛ…


Elî Kolo

Silav li te kulĕ min *** Di vĕ reşaya bĕ bilŞewqa rojĕ nemaye *** Tarî bũye weke kilev îna min barkirî *** hĕviyĕ min bũne kul
çîmenĕ mintevde man *** bĕ beybũn ũ bĕ sorgullĕ dizanim heye roj *** wĕ vegere ew şemalçem ũ cobarũ xunav *** wĕ geş bibe
pir zelal reşî ji vir barbike …

XEMGÎN Ê REMO

Baweşeke elendî
Di sibehek buharî de
Bêhna gul û kulîlkan
Li ezmanê bêzarîya min
Belav dikir …
Tavî yeke bi hêz
Vejîna birûskan di gel
Li çol-beyarê gîyanê min
Lehî radikir ….

Çavên te du gir-av bûn
Di şev-reşên deryan de
Û kiştî ya hezê min
Tim li peravê mijdan kên te
Sema dikir ….

Lê bang te ya w ê şevê
Ez dibêjim te…