Li bendî keskî nemam

  Helbest: Mehmûd derwîş    
 Wergerandin:ŞîndarA-yûsif  Û Axîn mîrxan

Çiqasî tu bi ba re here ,herî ê ku dizanim
çawa te vegerînim.
Tenê dizanim dûr ya te ji kwîde tê.
De her wek çawa bîranîn dirin
Bîra bêdawiyê,
li pêşya xwe tu nabîne wê somerya
rahiştiye denek ji zumînê  ku   
lê ez,ê ku dizanim çawa te vegerînim
de her te dajon bilûrên xelkên deryayên kevin
û kerwanên xuyê di ajotina xweyî bê dawî de,
û de her sirûd ji min û te û ji dema min

dawerivî dibe
li hespekî nû digerya ta ku ritm a xweyî azad
bi govend bike.
tu sermediyê nabîne,wekî roja min te dît, herî
roja min te zand ji dilbijandina xwe
rûniştîbûm li bendî te,
lê ez,herî ê ku dizanim çawa te vegerînim,
û bi çem re her ji nêrvînekê ta din,
herî ba amadeye te ji heyva min hilweşîne,
û peyva dawî li ser darin min amadeye ji ketinê re li ser
peyas a  altirokadîro.
li paş xwe bizîvir ta ku tu xewnê bibîne,
û de her , çi rojhilat be çi roj avabe
bêtir jî te têr sirgongeh dike,
û gavekê dûr dike ji textêm û yek ji asîmanê
 dirûneya minî xemgîn.
de kotahî xuşka despêkê ye,
de her tiştên te hişt li vir tê bibîne     û
ne li bendî te, û ne li bendî kesekî din ne dimam.
diva bû ku ez porê xwe bi bêhn fireyî bişkinim
wekû wan pîrekên bi tenê di şevin xwe de
û diva bû ez bikêrî xwe bêm,
û şûşak ji ava kolonya bi ser ruxamê ve  bişkînim,
û di zivistanê de ezê xwe bêrî kim
ta ji dirûneya xwe,
wekû jêre dibêjim ,
min himbêz bik ta ejî xanima min,
û bikêrî destên xwe wer,herî
hayê wan ji daketina asîman ber bi jêr de
yan çûna zemînê ber bi jor de,
û ha ji destên xwe heb ta bikêrî te bên
((destên te serwerên tene))
Wekî êlwar digot..
Û de her ,
te dixwazim ya na. tevî ku
ne li bendî te û ne li bendî kesekî din. ne dimam
Diva bû ez dû peyalên şikestî
Ji enbîtê ve bi cî bikim ,
Û herî ezim ê ku xwe bêrîdikim

ta ji dirûna xwe!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….

Hozanê Girkundê

Ya ku bi hûçikên dilê min girt û derbasî
Hicreya hestên xwe kir tu bû
Ya ku min fêrî noşandina meyê kir
Li sikakên serxweşyê
Giyan ji sînga min revand dîsa tu bû
Ya ku min li bin barana
Bendemamê dihişt û kincên
Xeyala te li xwe dikir erê tu bû
Ya ku girî di çavên min de
Gêj dikir
Û mîna balindekî basik…

Rebhan Remadan

“Kurdistan di navbera Serxwebûn û Dagirkeriyê de”.. Pirtûkeke dîrokî û rexneyî ye ji bo nivîskar û têkoşerê kurd ê rehmetî Mihemed Mela Ehmed. Diyariyeke ecêb û tijî sembolîzm ku bîst sal beriya koça xwe ya dawî, bi taybetî di 14ê Tebaxa 2005an de dyarî min kiribû. Eve salvegera diyarikirina vê…