Bajarên pengirî , Bîranînên ne rewa .. Du Helbest

TEMOZ ŞEMALΠ

 Bîranînên ne rewa

Û tenê
di bilindiya bilind de
stêr digerîn
û heyv dikenî.
Tenê
di bilindahiya bilind de,
çavên hêvîdar  li dûriyê
weke perwîn û gelawêjê
bê deng diqêrîn;
fîgana pêrgîniyê
şa dikirin
lê gurpîna dila
sar lêdida.
Bi zincîreke
dirêjtirî jiyanê
hest û daxwaz
beste bûn
û çar segên har
ji çar aliyan ve
pê de direwîn,
çavên mamizî
bi nirînên avis
giyan didan ala bangîniyê:
Dê were, dê were
ey çîvçîva serçeyên sibehê
ey helbesta şevên dirêj
 bêyî te
pinpinîkên buharê dilzarin,
û kulîlk bê bihn û rengin;
erê ez dizanim
rê dûr e
û barê zincîra
giran e,
ev xûdana eniya min
bûye deryayê evînê
ya pêl girgînî
ji parsiyên evîna kurmancî
keştiya hêviyên me
ez ava dikim
û dibim keştîvanê
hewesên gerok
weke:Gilgamêş
li jiyaneke bêdawî
digerî,
ez jî, li rewrewka çavên te
digerim.
Her ku ji perava
bîranînên me li Ziravkê çandine
ez bidûr dikevim
sîpêlên nekokî
di hunavên pêşerojê de
vedimirin.
Riya dûr li ber çavên min
geh rast dibe;
geh winda dibe,
xewna xeydok
ber bi dawiyê ve direve
xewn sar dibe
xewn nişkava
bi ahînên keçikeke şeyda re
winda dibe.
Û tenê
di bilindiya bilind de
çar dîwarên bilind
bîranînên nerewa
diguvaştin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Helbest: Hoşeng Osê
Werger: Alan Hemo

Memikên wê mishef û perestgeha min e,
Û destên min î dîn ku jê bêhêvî me, tim bisûndin di nîvê şevê de
Bêxilafe ji soza xwe û şan li ser memikê, bigef û tolaz e.
Ez im ê dema dibûre û bê rabûrîn
Fermana qederê lê tine, û bê ferman e.
Min tine mal ku bayê…

Mahîn Şêxanî

Û ez tenê me , ez tenê me.
Dema ku min bi tenê şer kir
Yekbûna dawî ya giyanê
Gava ku tu nikarî nêzîk bibe
Û ne tu dûr bikeve.
Û tu nikarî ji bîrbikî
Û tu nikarî wêdetir biçe
Bi xêr hatî navîna mirinê
Ku tu hêz û qeweta te têde tune. ”
Îro piştî ewqas dirêj bezê ez bi nermî dimeşim
Ji…

EBDILBAQȊ ELȊ

Sȗriya di dirêjiya dîrokê de, li ser qelșên zemînhejên polîtîkî ye, ȗ pilaktên wê yên civakî yên livîner ji mêj ve li ser wan hatine avakirin, her çend salan rastî hejandin ȗ guhertina desthilatê dihat. lê rejîma șovenist ȗ dijî mirov ya malbata Esed ku bi agir, hesin, girtîgeh, ȗ…

Ezîz Xemcivîn

Hestên Şewitî dîwana helbestvanê çalak kak Baran Heso ye.

Wêneyê bergê kevala Ehmed Heso ye…

Dîwan li weşanxaneya Ar li Istanbulê hatiye çapkirin.

Di nav pêlawazên hestên nazik û dilsozane de bi tîpên hezkirinê helbest hatine nivîsandin.

Baran Heso bi ferhengeka têr peyv sawîrên…