Ji xwe dûrim!

  Siyamed Sîpan Uğurlu
siyamed@hotmail.com

Di bêzarbûyîna biyanîbûna xwe de „Ji xwe dûrim“.Ji xwe dûrim

ji ber ku
gundê minî ku listîkên zaroktiya min hîna lê nivco mayî û biyanîbûna kenên zarokan dikşîne ji min dûre.
ji ber ku
ji newalên xewnên minî ku di paxla xwe de bîranînên li bende xwediyê xweye, veşartiye ji min dûre.
ji ber ku
qutiya evînên ciwaniya min di bin kevirên bajarê minî xeyidî de li hêviya derketina evîna rojê ye.
ji ber ku
hemû hebûna min, hemû xewnên min, hemû hêviyên min, hemû baweriyên min, hemû sedema kêfxweşiya min ji min dûre.
ji ber ku
roja ku di nava çar dîwaran her roj ji bo zarokên agir û rojê tirêjên xwe bera ser rûkeniya bedewiya welatê min ji min dûre.
ji ber ku
elatê minî ku xemla bûkaniyê li xwe kiriye ji min dûre.
Hezar nivîs hezar gotar hezar helbest li ser hesretiya welatê agir û rojê hatiye nivîsandin. Lewra bira ev nivîsa min bive morîkek ji kirasê bedewiya welatê agir û rojê, ku bera ser dilê hemû hesretiyên me bide.
Ku mirov ne aşiqê axê be nikare ji tu kesî jî hez bike, mirov ne evîndarê xwezayê be, ewê nikaribe baweriya xwe bi tu kesî bîne, mirov ne hezkiriyê rojê be nikare dilê xwe ji dewlemendiya re veke, mirov heta nebe biyanîbûnê welat ewê nikaribe neqşa hesretiya welat ku di nava dil de kolaye bi rondikan av bide, mirov ewê nikaribe xwe di xwe de bivîne.
Hevalno
Biyanîbûn, Xerîbî ne bi qasî mirov xeyal dike, hesane, ne bi qasî mirov hêvî dike xweşe, ne bi qasî mirov wêneyê wê di mejiyê xwe de bi rengên xweşiyê çêdike, xweşe, ne bi qasî ku bayê gotinên ser tenûra qal dikin wusa ye.
Biyanîbûn hevalno
Her roj kirasekî reş ku ji xemginiyê ve hatiye dûritin û mirov li xwe dike, ewe ku mirov herdem rûyekê xerîb di bêjna neynikê de dibîne, wusa ye ku mirov herdem di rûh ji nava axê şiyar dibe, wusa ye ku mirov ne ewe, ku mirov ji xwe dûre.
è Hevalno. Ez ji xwe dûrim. Hun ji xwe dûrnekevin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…