Helbest u pexşan

Yasin hisên

Yûsif berazî…ji wan hêstirên te re…ji zindanên te re…ji xewnên te re…ku mîna zarokên amûdê li ber çavên min li kolanan dilîzin,,, ji giyanê te re ,,,ji wan lîstikên te re ku bihna cinan ji wan difûriya…
Min didît…dema tu bi tenê di nava çar dîwaran de te digot:
(hebs û zindan kûr û tarî xewa…

Mahîn şêxanî

Ez tenê mame li vê xorbetê
Bi dil û bi yar
Xew min nayê
Heta sipê
Ez dimênim şiyar…
Xerîbim…xerîb

ez dûrî hevala me
Xurbetê dûr xistim
Bi kar û xebat mame
ez dûrî welatim…
Xerîbim…xerîb

Xerîbim ji yarê
Wê jibîr kir dilêmin
Sundek min jêr xwar
Hisêr hat ji cavêmin…
Xerîbim…xerîb

Sunda min bi navê te
Dilê te evîna min
Dilê min buhara te
Cavê te ronîya min
Xerîbim…xerîb

1985

Wergêr: Xalis Msewer

Zenbeqên reş di dilêmin
Û di nav lêvên min de.. agirin
Ji kîjan hovîtiyê tû hate nik min
Ey hemû xaçên erniyê ?
Bi kovaniyên xwe re bûme heval..

Û min destê xwe da çol û birçîbûnê
Erniye.. destê min..
Erniye.. devê min..
û xwîna damarên min ava erniyêye
xwênerê min !
pistepistê ji min hêvî…

Azer Osî

li vir raweste
bera bêhna evînê, bi te vede
û di canê bi tenha de, bi nermî razê.
Fêrmiskên ezman yên ku bi tenha, ji wan re nimêj dikim,
bi bîranînên xwe re yeko yeko bi hejmêre
ta bi xwe, baran ji payîzêd min re,
fêrî maçên te bibe.
wê ji mijankên te,
roj li bejna te hilê
û wê destên te, tevna…

hozanê girkundê

dem û roj bê watene
nazelînê
xew û şev
di bendemana pêjnatede
di lerizin
li ber serma bêrîkirinê
bi kotekî
bi minre şiyar di mînin

erê wilo
xwe bê reng di hêlin
gotinên di çavên tede
bi hezarên gatên vînê
li rûpela dilê min di xwînin
û çend razên fedîyok
di weşînin
dil vîna min
ez mîna zarokekî dev li ken
xwe tevî girgemêja
sînggate di kim
wilo hogirî himbêzateyî firiştî
di bim
û kenînên…

Demhat Dêrikî

Li min bibore canê ger li ber dîwerekê bê deng
Bi tenê,sêwî,bê çare rondikên lewaziyê
Dêmên min dikolin û her kolanek dibe cokeke ji herkandinaAva derdêşan!Ma ezê çi bikim canê?

Hezkirina ez li bendê di navbera didanên rizî û bêhn pêketî deTê parçekirin û her parçek strana xwezî bi dih distrînê.Ramûsanên ez li bendê di navbera lêvên…

PÎROZ

Neynikên nijdevanan wîneyên we
Ji pişka nehînê derxistin
Û dengêwe di rewşên awartede
Sarkirin
Peyvên we li xwe digeryan
Çunkî bê vedengbûn
Hiş û bîranînên we bi çavgirtînkê di lîstin

Lewra wateya hebûnê di
Dilê wede şaxdaye
Venekşin li himber lehya kîn û xwînê
Êdî nema
Rûpelên helbestan di kunê
Dîwarande di girnijin
Nema jîrî di çavên tometande heldibe
Û dîwarê ko xwe dibin…

Şevger

Sinig gokin şimamokin xud paşilê de nagirin
Ku dimeşê tev dihejê awrê çavan tîr û berin
wê nazikê wê rindikê bi wê bejna gelek zirav
Bi wî kenî min şêt dikê dema awir da min ji çav..
Sing sipîye j,berfa çîya wekû pelê vê defterê
Her kes divê dest nakevê ku bihnikê lê binerê
Suhbet xweşe tim rûgeşe wek…


Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com
1-
Çi bihina wan rojên baranan xweş bû, ta nuha ew xweşiya ko nikare pesnê wan civanên xweş bide, dozê li min dike û dibêje ka ji min re behsa meşwarên li ber dibistanê bike.
Dizanim her tête bîra min, pêjna te ji ber deriyê xwe dikim, gava tu dihat û te digot va gihame…

Azer Osî

Min ne dizanî, bê çima dem, di hêlîna xewna min de,
destên xwe dirêjî sînorên lêmayîna min û te dikî
lê min dizanî
her çar demsal
tevî her demsalên hezkirina min û te
ji boyî lêdana zengilê me
xwe ji demsalên wê bêrî dikin.

* * * * *
Bi evîna te dişewitim
bi bedewbûna te
ciwan dibim
di hebûna te de
ji hiş ve…