
Sîrwan Qiçço
Li wir…
Li zaboqên lal û
Kolanên fediyok em
Ji dayik bûn!
Li pêş deriyê dibistanê
Kur, çend stiranên rojava
Li guhên me dipêçan..
Li wir…
Li ser dengê sibehê,
Hestên me kom dibûn û
Çirvîtkên dînbûnê
Har dibûn.
Kerweanên rojê li pey
Cenazeyên laşên me
Şîn dibûn.
Tirsa rojeke dirêj
Weke nivişteke sûndê bû..
Gotinên teze di maka
Xwe binax dibûn û
Gotinên zuha li ser maseyên şevê
Dibişkivîn!
Li wir…
Wir dihate bîra min
Ligel rengê xakî û
Çend tiştên din.

Şîrove (0)