Helbest u Vidyo

Li xwe digerim


   Silêman azer

Li xwe digerim,
û şev jî bi hilma min ve
                              digerin
sermaya van bakuran
daleqandî bi awirên te ve
min diparzinîne
gera tirşbûyî
ji goşiyên bêrîkirinan …

Bi çarlepkan,
derdoran digevizînim bînayiyan
li tenişt min
bayên bakuran
devdawa van cihên Pînekirî hildidin .
Li keviyeke di ser re çûyî
 firindeyên serxweşiyan
dest bi guvaştinên min dikin…
Digerim
êvarin ziwa ji banandinan
lêvên sariyê,
bi sînga min ve dixemilînin.
Di tabloyên saldîde de
tozika bê rengiyê
 Pêkan li windabûna min
                             dibarînin.
Li ber dergehê wê gerê
kunên ji hişçûnê
reşayiyê
                  diqurpînin…!!

         silemanazer@hotmail.com

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…