Helbest u pexşan

Ezîz Xemcivîn

1

Çaxê ez û kevir bi hev re hatin çandin.Baranekê em her du avdan.Rokekê tihn dida me,Kevirê bê kok di cihê xwe de ma.Lê yê min,
demê, bi tundî rehên min birîn.Ji lew ra her şepêlêdi babîsoka xwe de ez gêj kirim!

2

Ew bazên ko bi min re hêlîna xwe hûnandin.Va çêlîkan bi firê dixînin.Lê…

(Hayko)
Wergerandin ji erebî: Ciwan Nebî

Ew bi rastî dewlemend e
ewê di sersalê de
karî be helbestine kin binivîse.

Gîto

Wilo û bi spasî
û weke ku li pirtûkeke pîroz binihêrim
li rojnameyê dinihêrim.

Bozon

Ez dixwazim li vir,
di bin gulê qurunfulan de serxwş bikevim,
li ser vî kevrî vehesim.

Paşo

Şev tarî ye,
Wilo jî mirov dikare dengê heyvê
di banga balindeyê şevê de bibihîze.
Onîtsora

Û em her…

SOBAR ARÎ

Doza mine ger yare li dorê di himêzim
Şaha li kelatê dile xanê were meyzim

Lêva bide lêvê me bi germî bi pelînim
Wer bîne çiqas dilberekî pak û berêzim

Doza mine ger are li dorê tifikim ez
Da geş bibe îro eve dorpêç û çixêzim

Rista mine çend sale bi xwîna xwe dirêsim
Tevnê dibu tînim di gerîn…

Dildar Îsmail

Mûmeya yekemîn li ber min vêket
Pênûsa cegerxwîn bû
Gula ku dilê min geşkir
Helbesta xemgînbû
Xwendina zimanê kurdî bû
Sed saliyek bi rûmet dibhure
Şiyarkirin çavên raketî
Vekirin qeydên girtî
Çirandin rêçên tarî

Cegerxwîn peyvek buhaye
Buharek bi xemil û rengîne
Dengek bi êş û nalîne
Ceger û xwîn hemî evîne
Dimîna ronahiya her dem
Sorbûna roja her şeveq
Dibistana helbestan
Jiyanek nû şahî û dildarî
Cegerxwîn herdem bi…

Dildar Îsmail

Kanî zanav…dixwazim
Kişandin …mame bê nav
Digerînim name
Li her dever li kû çêdibe
Li kû çêbû …………… ?
Warê min çi war
Warekî bê zanav
Rêjîmek bê fedî

Çil sal belengaz û şepirze
Ne dih û ne bîst mirov
Dused hezar û pêve dikşîne
Zinar û sînor
Rêjîmek diçê û yek tê
Min dihêlin bê nav
Dikim hawar …………………
Digrin ziman û çav
Dikim qêrîn……………………
Çêdikin zindan û dav
Dikim deng…………………… …

Ahmad Mustafa

Shivano bi awaz û dengê xwe…
derman dike helbest û tembûr xwe
..bandike azadî can….
Shêxo mirna xwe pêwîst kir…
bo ziman û axa xwe …
bandikir azadî can
Îro kawa bi shox û sheng pîroz dike
nalîna shehîdin kurdistan…
bandike azadî can…

demê dênvîsînim pênûsê min…
dikê qêrîn û hawar…
Ji shîvano ta kawa û dîyar…
Dengê wan dikin hawar bang dikin ay kurdistan…..
ay…

XEMGÎN Ê REMO

Şeve û ba digrî …

Dengvedana dîlana baranê
Li banî
Cîhanek sîtavî ye …
Dilê min
Çûkê di hêlînê de
Xewnê bi buhareke geş dibîne
Ku newroz nêzîke
Yar bîke
Û sirûdên şahî yê
Wê bibin xunavî …

Tenha ez û şev
Şeve … û ba digrî
Lorîna vî bayî
Bilûra siba ye
Sitranek ji zarê keçika ye
Mîna kêreke tûj
Kezeba min dalêse
Him tirse , him şahî…

Beşîr Mele

hiner û qelem
ser datînin li ber şehadeta we
heger Ehmedê xanî saxba
wê bigota:
her çî ji xwere girtî kerazmet
sûnda xwe kirî rêça şehadet

heta nefesa dawî li kare
wek Mûsa li Amedê diyare

“şûrê hinera we tête danîn
qedrê qelema we tête zanîn”
ilm û hiner û kesên qehreman
ji bo jiyanê…

Ezîz Xemcivîn

Li bajarekî piçûk, li gundekî piçûk, li taxeke piçûk, li baxçakî herî piçûk, li ber bihna guleke sîmîn, bi xweşiya şîraveke evînê, di bin pêçiyên hengeke kenok de, min pelek vekir û ketim dilê denê çavên hênik.
Ew jî li ber sîtaveke piçûk, bi xewneke mêşin re, bi arameke tenik, li keviyeke hengivî,…

Beşîrê Mele

” Diyarî ji bo dayka şehîd Qehreman”

Çav li şîhna buharê me
Ji warê ax û rokê me
Hemşîra gul şîlanê me
Dilgirtiyê zozanê me
Evîndarim evîndarim

Newal û deşt û çiyan
Li xwe û li çi geryam ?
Li kilçîvê Xec Şêrînê
Li gustîla Mem û Zînê
Evîndarim evîndarim
Gelî xwişk û birayêd min
Heval û dost û yarêd…