belavokên partiyan

Di vê dema dawî de hunermendê Kurd Şeyda¸ strana “Ma Îro” ya albûma xwe ya dawî, wêne kir û bi şêweyê vîdyokilîp wê di demekê nêzîk de li ser ekranê Televizyona; Vîn Tv û Korek bê weşandin.
Ev berhem bi alîkariya Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî û bi derhênana Nîdal Zeyno li komelgeha Balîsan…

Em malbata Osê li Welat Û Dervî Welat, Heval, Hogir û Dostên gorbihişt Rezoyê Osê; ji dil û can spasiya miletê xwe, tevgera xwe û rewşenbîrên xwe dikin, wiha jî spasiya xelkên Cizîrê, bi tev nijad û oldariyên wê ve dikin; ewên ku beşdariya me di guhestina termê wî de kirin, hatin şûna…

Heger karin Ronahya Rojê bigrin wê karibin Roj TV jî bigrin jiber Roj TV dengê Miliona ye ü bingeh xwîna Şehîdaye ü dengê Miletekî go bi hezarê salane li pê doza xwe ne Wê çawa Ronahiya Rojê bigrin.
Ez wek hunermendekî kurd vê êrîşa ser Roj tv protesto dikim ü bangê li hemo hevalê xwe ê…

Ji dil û can em sipasiya xwe arastey her kesekî ku di shîna mede beshdar bû- chi bi amadebûna xwe ya bê hempa ji Qamishlo ta mezarê nemirên kurd li gundê DigirêÛ chi li konên shînê li mala nemir û kurê wî mezin Kesra, chi bi rêka telefonê yan jî bi hinartina birûsknameyan ,…

Wekî gellek dezgehén li der û li hûndiré welét én bi tékoşîn û berxwedana bénavbar hatine bidestxistin, Roj tv. destkeftiyeke gelé kurd, dezgeheke bingehîn é millî û neteweyî ye. Ji serdema damezrandiné û heta véga, Roj Tv. bi weşana xwe, bi bernameyén xwe yén pirzimanî, li gel çand û zimané kurdî, bûye tercûmané hest…

Dibe ev cara yekem be, ku wisa bi şêweyekî hovane, piştî cenga cîhanî ya diwem, li welatekî europî êrîşek li ser baregehekî ragehandinê dibe. Çimkî ev şêwe êrîş li dijî zagonên bingehîn, yên hemî welatên europayî bi giştî û yê her welatekî tekane bi taybetî ne.Vêca ji xwe, ku ev êrîş li ser dezgehê…

(Qamişlo – welatê me) îroj, in 5/3/2010 li Gundê Dekşûriya (bakur-rojhilatî bajarê Qamişlo), bi beşdarbûna cemawerekî zor ji heval û dost, nivîskar, rewşenbîr, partiyên kurdî, û komîteyên mafê mirovan, nivîskar û zimanzanê kurd mamosta Rezoyê Osê, yê kû duh li Qamişlo canê xwe ji dest da, piştî berxwedanek dirêj hember nexweşiyek kujek, hate xaksipartin.

Piştî…

Kul û keserên vê Avdarê, berbi dagirtinê rojên xw ve diçin. Peyva kurdî hosteyekî xwe yê herî bi tekûzî li ber dida, dinicirand û ciwan dikir winda bû. Rewşenbîriya kurdî henasa xwe ya bi rewanî xewn dixemilandin winda kir.
Kurdayetiyê dînamoyê xwe yê gihandinê û têkildan û danûstendinê winda kir.
Stêr û pirsê îroj xemleke reş girêda….

Weke ku tê zanîn ku, di 7 ê Adarê de li seranserê Iraqê û li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê pêk tê.
Em baş dibînin ku, partîyên ereb û hikumeta İraqê, bi hin leyistikên qirêj astengîyan derdixînin pêşîya hilbijêrên kurd yên li derveyî welêt.
Eve bixwe dîyardeya tirs û nesamîmîyeta wan hêzên nijadperestan e. Loma jî…

Roja 12 adara 2004 an, polîsên Sûriyê bi mebesta kuştinê temaşevanên fotbolê li bajarê Qamişlo dane ber guleyan û 9 kes kuştin. Di dema veşartina şehîdan yan xwepêşandanan de, li ser goristanan û di bin êşkenceyên hovane de gulebarana şovenîstan berdewam kir û jimara kuştiyan giha 31 xort û keç ên kurd. Bi sedan…