Spasiyek Ji Malbata Osê Û Hevalên Rezoyê Osê

     Em malbata Osê li Welat Û Dervî Welat, Heval, Hogir û Dostên gorbihişt Rezoyê Osê; ji dil û can spasiya miletê xwe, tevgera xwe û rewşenbîrên xwe dikin, wiha jî spasiya xelkên Cizîrê, bi tev nijad û oldariyên wê ve dikin; ewên ku beşdariya me di guhestina termê wî de kirin, hatin şûna wî, sersaxiyên xwe ji me re pêşkêş kirin.. Her wiha jî spasiya wan kesên ku li ser wî nivîsandin, birûsk û mail şandin û telefon vekirin dikin..
   Rezoyê Osê wek nivîskar, rojnamevan û zimanzan tev jiyana xwe ji miletê xwe re terxan kiribû, ji bîreweriya xwe ve bi refên welatpewerên xwe re bû, rojekê xwe ji pişt doza miletê xwe neda alî.. 
lê sed mixabin ku koçkirina wî a zû em pir xemgîn kirin.. Gelek projeyên wî yên rewşenbîrî nîvcî man..
   Ew di. Roja 10.10.1950  li gundê Dekşûrî, hatibû jiyanê. Xwendina xwe li gund û Qamişlo kuta kiribû. Xwendina bilind di endezyariyê de li Rûsiya xwendibû. Ji sala  1970  de dest bi nivîsandina Kurdî kiribû. Bi navên: Aro, Rezo, Stêr, Azad, Pirs, Ebdulrezaq Osê û  Rezoyê Osê keda wî di gelek kovar û  rojnameyan de hebû.. Ji wan kesên pêşeng bû ku korsên zimanê Kurd vekirine û bi saya wî bi dehan ji xortên kurdan fêrî zimanê Kurd bûne, çi li Elmaniya, çi li Rûsiya û çi li Sûriyê, hem jî yekî sereke bû ji damezirandina Hevbenda Kawa bo wêjeya Kurd li Beyrûtê û  Mosko..
Gelek çalakiyên wî di ber ziman û ferhenga Kurd de û gelek destnivîsên wî hene.
Her wiha spasiyek taybet bo malpera Welatê Me û malpera Gemya Kurda..
Erê, em spasiya we tevan dikin û ji Yezdanê mezin bi hêvî ne ku we ji bela bistirîne..Bela serê we sax be, serê rewrşenbîriya Kurd sax be.
 

 

Malbata Osê li Welat Û Dervî Welat,
Heval, Hogir û Dostên Rezoyê Osê

 

Qamişlo, 08/03/2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Di nêrîna min de baştir e ku em helbestvan bi kurtî di çend rêzikan de bidin nasîn:H.M. Hebeş di sala 1970 de li gundê Şiyê,gundê helbestvanê nemir Hamid Bedirxan li navçeya Efrînê, Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.Ew jî mînanî pir hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber zor û setemên rêjîma dewleta…

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…