Daxwyanîk ji Hunermend Zubêr Salih

  Heger karin Ronahya Rojê bigrin  wê karibin  Roj TV  jî bigrin  jiber  Roj TV dengê Miliona ye ü bingeh xwîna Şehîdaye  ü dengê Miletekî go bi hezarê salane li pê doza xwe ne Wê çawa Ronahiya Rojê bigrin.
Ez wek hunermendekî kurd vê êrîşa ser Roj tv protesto  dikim ü bangê li hemo hevalê xwe ê hunermend dikim ü her mirovekî  welat parêz ü xwedî wjdan ü rewşenbîr go Roj tv tenê ne hêlin, wek em dibînin di van welatê go dibêjin em dimoqratin ü mafê mirova di parêzin lê mixabin ü hezar carî mixabin go iro em vê êrîşa li ser Roj tv  ji destê dewletek wek Belcika go bi sedan leşkerên xwe di berbanga sibêde  go çavê  milionan li benda  vekirina Roj tv ne
da kü ji wanre bêje Roj baş Kurdistan  roj baş gelê bin dest  roj baş Amed ü Qamişlo ü Mehabad ü Hewlêr roj baş Qendîl ü şervanên azadyê lê mixabin hewl dan dest bidin ser  devê me ü gotina Roj baş Kurdistan  jî  ji bo  me qedexe kirin gelo me çend nexweş xane teqandin ü çend Dibistan herifandin  çend Balefir revandin  ü çend mirov serjêkirin  ta bi vî rengî bi mere bidin ü bistînin em mironî ji jiyanê hez dikim ü qet ji şer ü xwînê ü koştinê hez nakin tenê em doza mafê xwe dikim wek Mirov , ev ne yekem care go em xwe bê heval  ü piştgir dibinin di van welata de , tê bîra me teva dema bi rêz serok Apo berê xwe da Europa  ü xwest li vir karê xwe berdewam bike yek dewletê ew qebul nekir ü li çend weleta gerya ü qebul nekirin
Çî me ü kînia di ber hevde heye gelo ?  go bibin alîkar jibo Turkia  ü serok bi hesanê bidin destê wan , yunanistan bi sedê salan go bi turkia re şer kirî ü turkia  ê go zordarî li wan kir lê disajî  ne bun dostê me,  piştî girtina Serok Atîna  Yunanstan  Lêborîn ji gelê kurd xwest lê ew leborîn wê çi bike ji mere gelo ,
Mebesta min go em bizani bin kes dostê me tune ü gerek em li xwe ü li deszgehê xwe bi xwedî derkevin . jibo ve yekê di bêjim em li Roj TV  xwedî derkevin  ü roja me bi Roj TV dest pê dike .

Zubêr Salih

07.03.2010   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…