Bo raya giştî

Wekî gellek dezgehén li der û li hûndiré welét én bi tékoşîn û berxwedana bénavbar hatine bidestxistin, Roj tv.  destkeftiyeke gelé kurd, dezgeheke bingehîn é millî û neteweyî ye.
Ji serdema damezrandiné û heta véga, Roj Tv. bi weşana xwe, bi bernameyén xwe yén pirzimanî, li gel çand û zimané kurdî,  bûye tercûmané hest û hizr û daxwazén kémneteweyén kevn én li ser axa Mezopotamya; Asûrî, Suryanî û Ermeniyan…
Li dewleteke serbixwe jî bi qasî bernameyén Roj tv. bernameyén birrreng, xweşaheng  û pirdeng nahatine péşkéşkirin, û ranegihane bînerén kurd én di nava sînorén dewletén zimané kurdî qedexe; Tirkiyeyé, Îrané, û Suriyeyé.

Di nava tixûbén Yekitiya Ewrûpayé de, li welatekî çandfere û fereziman wekî Belçîkayé, liv û tevgera li dijî Roj Tv, qetek ji polîtîkayén durû û nû yé dewletén Ewrûpî ne, gelo?

Divé bét zanîn ku, girtin û qedexekirina Roj Tv.yé birîna zaré  kurda ye.

Di zagonén bingehîn de, di xalén Konversiyona Ewrûpayé de, mafé zaman wekî mafekî rewa û jéneger bo her netew, kom, kéwnetewî hatiye bicihkirin.

Li ser parzemîna azadiya bésînor, li dewleteke mîna Belçîkayé ku layangiré derbirîna azad e, û wekî navanda dad û maf û demokrasiyé  té helsingandin de, desteserkirina kurdan, girtina Roj tv û xebatkarén wé, şermî û rûreşiya tevahiya dewletén Ewrûpayé ye.

Em,  helwesta Belçîkayé ya bédad û derqanûnî bi tundî şermezar dikin, û bangî rayedarén Belçîkayé dikin, ku di demeke néz de ji vé şaşî û şermiya xwe bi şûn de gavé bavéjin, û léborîné bixwazin ji gelé kurd, ermenî, asûrî û keldaniyan…

06/03/2010/Amed

Komeleya Nivîskarén Kurd

———-

Navnîşan:Gevran cad. 1. Akkoyunlu sok.kupik 9 apt kat:1 no:2
Ofis /Diyarbakır

WEB: www.kurtyazarlardernegi.org.tr
Tlf-Fax:           0090 0412 224 33 12
GSM: 0090 533 655 69 85
E-Mail:  komeleyaniviskaran@yahoo.com
niviskarenkurd@windowslive.com, arjenari99@yahoo.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…