belavokên partiyan

Behîname

 Kul û keserên vê Avdarê, berbi dagirtinê rojên xw ve diçin. Peyva kurdî hosteyekî xwe yê herî bi tekûzî li ber dida, dinicirand û ciwan dikir winda bû. Rewşenbîriya kurdî henasa xwe ya bi rewanî xewn dixemilandin winda kir.
Kurdayetiyê dînamoyê xwe yê gihandinê û têkildan û danûstendinê winda kir.
Stêr û pirsê îroj xemleke reş girêda.
li derbederiyê Bavê Nazê, Zagros, Kamîran, û ez û gelek heval û şagirtan melhema birîna xwe mesknê raz û nepeniyên xwe, ji dûr…bi rondikan beroxir kirin.
Eve bû, ku me xwe jêre amade nekiribû. eve bû ku ji birûsk û bablîsokan bihêztir bi ser me de hat.
 
Rezo, Bavê Salar û Rolan, tu dê her di dilê me de zindî bimînî.
 
Kul û xem û şîniyeke giran e, her wisa bermayiyekî giran jî bo Diya Salar û Rolan. Xwedê sebrê bide we bi hêviya ku xwedê tendurustiyeke gelekî baş bide we û cihê wî buhuşta berîn.
Bêguman mamoste rezo, dê di dil û hişê me de bimîne, ta em bikaribin peyvekî kurmanciya latînî bixwênin.
Rezo cihê xwe ji zû ve di dilê hezkiriyên peyva kurdî de çandiye û dê her di dilan de serkêşê  dîwana peyva kurdî be.
 
Mamoste Rezo milkê kurd, kurdayetî û Kurdistanê, lewra dibêjim:
Bila serê we sax be, serê gelê kurd sax be, serê nivîskar û rewşenbîrên kurd li seranserî Kurdistan bi giştî û li başûrê rojava bi taybetî sax be.
 
 
Sed deste gul li ser giyanê wî pak be
 
 
şagirtê Rezo
 
Tengezarê Marînî

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…