belavokên partiyan

17 heftiyan filmê derhinêrê Kurd Mano Xelil „Baxçên Bihiştê” „Unser Garten Eden“ li ser perda sînemayên Swîsrî bi goşek mezin hat weşandin. Bi dehan hevpeyvîn û reportaj li ser fîlm di mêdiya Swîsrî de hetine nivîsandin.
Niha Film layiqî xelata sînema Swîsra a Kantona Bêrn a paytext tê.
Xelat wê roja çarşemê 17. 11.2010 li bajarê Bêrnê li…

Yek ji erkên komela me ye ku em xwedî li hemû çalakî û taybetmendiyên civaka xwe xwedî derkevin û wan vejînin. Wek me daye pêşiya xwe em ê 50 saliya şewata sînemeya Amûdê wek mezintirîn komkujiya zarokên kurd li seranserê cîhanê tê naskirin bi wer e vejînin. Bi kuştina 283 zarokan kuştina nifşekî ji…

Di 31.10.10 an de, şeveke ne jibîrkirî li darxistin. Bi sedan kes ji civaka kurdên herêma ku komele lê ye û her deverî Almanya û hem jî ji Europa. Bi coşeke mezin tev li şahiya komelê bûn.Bi sirûda netewî şevê dest pê kir ji aliyê Hunermend Ronîcan û koma Roj ya folklorî û pişt re…

Li gor nûçeyeka malpera Yekîtîmedia ya li ser partiya yekîtî kurd li sûriyê, Iro sibehê zû li bajarê Qamishloyê, grupekê ji karkerên asayişa dewleta Sûrî girt ser mala birêz Fûad Alîko endamê Komîteya siyasî ya partîya Yekîtî ya Kurd li Sûrîyê û ew bi xwe re birin cihekî nuha nenas.Birêz Fûad Alîko di salên 90…

Isma’îl Umer li gor karîn û derfetan 47 salan ji bo me hemiyan, ji bo doza gelê xwe xebat kir. Di şazde saliya xwe de tev li tevgera kurdî bibû û bê rawestan ta roja dawî ji jiyana xwe xebat kir.
Ji bo ku em tim Isma’îl Umer li bîra xwe bînin û xwedî li…

Di 16/10/2010an de, „Roja helbesta kurdî li derve“ li bajarê Bottropa Elmanyayê lidarket.
Helbestvanên beşdar ev bûn:
1-Abbas Abbas
2- Dilyar Dêrikî
3- Jan Dost
4- Husên M. Hebeş
5- Keça Kurd
6- Kawa Şêxê
7- Mizgîn Hesko

8- Merwan Osman
9- Merwan Elî
10- Abdulqadir Mûsa
11- Alwan Şivan
12- Nezîr Melle
13- Nezîr Palo
14- Tengezarê Marînî

Helbestvanên mêvan yên ji her sê perçeyên Kurdistanê yên din ev…

Xwîşk û birayên hêja…
Nûnerên partrî û rêxistinan…
Beşdarên rêzdar…
Hûn tev bi xêr hatin, bila serê we hemiyan sax be.
Îro, roja sêşemê 19ê meha Tişrîna yekê sala 2010an, rojeke dîrokî ye, ku li gundê QEREQOYÊ we xatir ji mamoste Îsmaîl Umer xwestiye. Ew bi dilekî rihet, bi rûyekî sipî çav damirandin û ji vê dunya…

Arjen Arî

Eré; min navé wî bihîstibû, lé min li Duhoké nas kir Ferhad İçmo!İçmo, bo bernameya helbestxwendiné mévané Y.N.Kurd Tayé Duhoké bû. Wî jî mîna min dabû nava salan.Yanî mîna min ew jî navsere bû. Çavén wî yén di néva serî de reşik î hûrik, bi dilsozî li meriv dinerîn. Bi qasî ku…

Kurdperwerên hêja û bi rûmet:
Wekî hûn jî dizanin ku komeleya me Roj yaçanda Kurdî di 17.01.2010an de konferansa xwe ya yekemîn lidarxist û dest bi xebata xwe kir. Heat berîdemekenêzîk, Elmanya bi şêweyekî fermî em pejirandin û destûra vekirina cihekî hevdîtinên me bi dost û heval û endaman re û pêşewazîkirina mêvanan û lidarxistina çalakiyên…

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi hevkariya Encûmena Kurdên Sûrîyeyê di 13/11 an de rojek ji bona Kurdên Sûriyeyê amade dike.
Diderdora 300.000 kurd li Sûriyeyê bênifûs in û ji hemû mafên xwe yên hevwelatiyê bêpar in. Di vê rojê de em dixwazin li ser rewşa kurdên ku mafên wan yên hevwelatiyê tûnene û li…