nû vekirna komela Roj ya çanda kurdi

Di 31.10.10 an de, şeveke ne jibîrkirî li darxistin. Bi sedan kes ji civaka kurdên herêma ku komele lê ye û her deverî Almanya û hem jî ji Europa. Bi coşeke mezin tev li şahiya komelê bûn.Bi sirûda netewî şevê dest pê kir ji aliyê Hunermend Ronîcan û koma Roj ya folklorî û pişt re Komîta Karên Hevbeş gotinek xwend ji aliyê birêz Bavê Narîn ve . Gotina komela Roj ji aliyê serokê Komelê  birêz Hunermend Ronîcan ve hate xwend û bixêrhatina hemû mêhvanan kir. 
Gotina partiya Yekîtî Kurdistanî ji aliyê birêz Ebdulbasit Hemo ve hate xwend.
Gotina partiya Yekîtiya Demoqrat ji aliyê birêz Dara Tirêj ve hate xwend. Di gotina xwe de birêz Dara bal kişand ser koçkirina nemir Ismail Umer ku ziyanek bû ji bo tevgera kurd bi taybet û bi tavayî ji bo gelê Sûriyê.
Çend birûsknameyên pîrozbahiyê ji aliyê:
Rathaus-Lohne,
Komela kurdên Sûriyê li Nemsa,  û spasiyek bo wan ku amade bûn di şevêde
Komela Armanc-Reine,
Komela Hêlîn- Essen,
birûsk nameyek pîrozbahîyê ji aliyê xalid bûbo  ve ji Serê kaniyê
Şev ji aliyê birêz Xorşîd ve hate pêşkêşkirin û diyar kir ku her rêxistineke siyasî û komele bi ser bestî  dikare gotina xwe bixwîne.
Gelek hunermendên navdar amade bûn û şeva me rengîn kirin bi stran û mûzîka û axaftinên xwe yên pîrozbahiyê, wek:
Bangîn Efrînî
Evîna Welat
Lewnd
Ebas Ehmed
Rama Mustefa
Ekrem Reşo
Dilovan
Loqman Cemîl
Emîn Sebrî
Zuhêr Cemîl
Fayiq Şakir
Fayiz Şakir
Gulistan Sobarî
Tariq Şêxanî
Maikel
Elî Sofî
Zubêr Salih
Ronîcan
Koma Roj ya folklor bi serkêşiya Henûn Elî
Ezîz, Farûq, Alan. Izedîn, Kamîran, Ednan (Org)
Welîd Cemîl (Saz)
Mûnîr (Dahol, Dirbek).
Sipasiyek ji bo vidyo dilocan û vidyo darwich
Em bi navê Komela Roj û komîta wê spasiyek mezin ji bo hemû kesên ku amade  û alîkar bûn di ahenga nû vekirina Komela Roj Ya Çanda Kurdî. Spas ji bo hemû rêxistinên kurdî, spas ji bo hemû birûsknameyan. Spasiyek mezin ji bo hemû hunermendên beşdar. Spasiyek ji bo vidyo dilocan û vidyo  derwich spasiyek ji bomalpera  gemya kurda  û malpera efrin net  ji bo malpera helimcan Spasî ji bo salona Visbek û alîkariya wan. Spasiyek ji bo Ehmed û teknîka wî.

Komela Roj Ya Çanda Kurdî 

 www.komelaroj.de


شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…