Helbest: ya her kesî

Arjen Arî

Eré; min navé wî bihîstibû, lé min li Duhoké nas kir Ferhad İçmo!
İçmo, bo bernameya helbestxwendiné mévané Y.N.Kurd Tayé Duhoké bû. Wî  jî mîna min dabû nava salan.Yanî mîna min ew jî navsere bû. Çavén wî yén di néva serî de reşik î hûrik, bi dilsozî li meriv dinerîn. Bi qasî ku tayelibén spî  li zeviya rûyé wî şîn hatibûn, İçmo’yé şa’ir esmerekî xwînşîrîn bû! Vé xwînşîrîniyé dikir ku meriv zû hogirî wî bibe. Jixwe wilo jî bû:
Li hewşa Yekitiya Nivîskaran, desté wé évara havîna ber bi payîzé de hénik, İçmo bi dengé xwe yî ‘xeneqotkî’ û newaya ‘xweşxwan’ a helbestén li dû hev, mîna dilé min dilé gellek beşdarén li qaé(hewş) amede, şa û hénik kir.
 Helbestxwendina İçmo-Seyda Cegerxwîn di gellek ristan de navé helbesté weke ‘xweşxwan’é hildide- ne dişibiya ya çi helbestkarén ku heta niha min helbesta wan xwendibû, an guh dabû dengé helbesta wan: İçmo ne dixwend; distira.

Vé helbeststirîné, wé kelîké xiste bîra min, ku li Amedé, di sohbeteke li ser piyan Abdulla Peşéw gotibû, ‘Bakûrî ji şi’iré re dibéjin helbest,em dibéjin xundrewa’.

Yanî? Yanî ravekirina bi xwendiné/xwendina rave kirî.

Xwendina ravekirî ji serdema rîtuelén kevnekone ta bigihe ayînén  îro miqambarkirina li peyvé ye.

Séhra peyvé bi séhra deng re bi séhrtir bûye, ku li tevî  Qur’ an’é  xwendina hemû pirtukén pîroz , diayén ku tén kirin, lavayî û berzûrî, li tevî bangdané bi miqam in. Gellek mela ji dengé xwe yén xweş béhtir, bi miqamé bangé balé dikéşin bi ser selayé de . Jixwe ji cureyén helbesta klasîk qesîde û xazel jî bi miqamekî xweser téne xwendin.

Ji xwendina qesîdeyén derwéşén kurd em té derdixin, ku qesîde li gel amûreke muzîké –defé/erbaneyé- hatine xwendin.

Bi baweriya min, qesideya Mele Şexmûs ‘Can… can… can…’ îro jî térî dike ku merivé ne sofî û ne mirîd jî bi surr û cizbé bikeve…

Péwendiya muzîk û helbesté ne hewceyî destnîşankirin û ravekirén Cudwell be jî; bi her helbestkarî re her helbesthez dizane, ku di navbera helbest û newayé de pevgirédaneke xurt, tékiliyeke zexm heye.

Ew tékilî bi sé şeweyén jihevcuda derdikeve péşberî me:

  1. Xwendina helbesté a helbestkar
  2. Xwendina helbesta a teatrel
  3. Xwendina xwéneré/a helbesté.
Xendina helbesté a helbestkar bi du şéweyan e:

  1. Xwendina bi dengé kélîké
  2. Xwendina bi dengé lébarkirî
Xwendina bi ‘dengé kélîké’ lévegarina dema/kélîka nivîsîna helbesté ye.Ev şéwexwendin xwedînewa û miqameke xwe î xweser e, ku helbestkar her helbesta xwe bi yek miqam-newayé dihoyîne. Ji vé şéwexwendiné re meriv dikare bibéje xwendina bi dengé dil jî. Jiboney; di kélîka xwendiné de, dil dibe mîna amûreké muzîké, û dijene. Ev jenîn mîna mizreba di desté sazbend de, peyv li télén dilé helbeskar dide, û dike ku peyvén helbesté nola notayén stiraneké miqamdiyar ji gewriyé derbikeve…

Ev şéwe resentirîn şewéxwendin e û bo her helbestkarî/é derbasbar e.

Bo vé mînaké meriv dikare du helbeskarén tirkî wekî mînak bide: Ahmed Arîf û Nazim Hikmet.

Li layé din, rexnegirin wekî qelsesistiyeke di navbera helbesté û helbestkar de şîrove bikin jî; xwendina bi dengé lébarkirî ew xwendin e, ku helbestkar ne bi dengé kélîké, bi newayeke din, bi dengekî bi dû re hatî peydakirin, helbesté bixwîne.

Wekî ku  me li joré jî got hemû kitébén pîroz bi dengekî pîrozwer hatine/téne xwendin. Heman ‘pîrozweriyé’ bi şéweyeke ji şéweyan xwe hilgirtiye xwendina helbesta klasîk…Ji ber hindé, li Îrané helbest hé jî li ber newaya şîmşalé/bilûré, an jî neyé téne xwendin.Û jixwe

miqamekî her xazelé, yé qasîdeyé, yé çarîné heye, ku ra û rîşalén wé ji serkaniya berî hezarén salan avé vedixwin.

Bo vé şéwexendiné, ji helbesta kurdî du navdartirîn navdaran wekî mînak meriv dikare hilgire dest: Ehmed Huseynî, Şérko Békes.

Herdu xweşhelbestkar jî- bi qasî ku helbesta serbixwe û bendazad lédikin, dema ku dixwînin, helbesta xwe ya xweser û serbixwe dişikînin û mîna ku beyte-ristén qasîdeyéké bixwînin, helbesta xwe wisa bi dengçéjî, sermestî û konenewayî dixwînin. Li héla din, biqasî ku ji heman ekolé té, Abdula Peşéw berevajî Békes bi ‘dengé kélîké’ helbesta xwe péşkéş dike.

Xwendina teatrel: Meriv dikare navekî din jî li vé şéwexwendiné  bike: Xwendina demrîtûelî. Ji ber ku xwendevan- ew dikare leyistikvané şanoyé an jî kesekî dengraveker be-di kélîka xwendina helbesté de li gel deng bi dest û pé, çav û awir û hemû mîmikén pédivî, helbesté raberî temaşevanan dike.Ev şéwe, li gorî tégihiştina kes a ku ji temayé/naveroké werdigire dikare cuda û veguherîner be. 

Xwendina xwîner: Em dikarin bibéjin şéwexwendina herî azad e ev şéwe. Ji ber ku her xwendevan di seqaya kélîka ku té de dijî,- bi ser dengé hûndirîn é ku helbest vedihewîne vebûbe venebûbe- bi dengé xwe yé hûndirîn(béhiska) an jî derkirî dikare bixwîne. Û ew, bo her xwînerî tét guhertin. Bi qasî ku tét guhertin, evyek bi biservebûna dengé helbesté é hûndirîn û léguhdarîkirina şéwexwendina helbestkar re- dikare veguhere, bibe dengé helbestkar bi xwe…

Û, jixwe helbest bi qasî ku ya helbestkaré/a xwe ye, ew ya herkesî ye!

Tébinî: 1.Bi boneya salyada 26.emîn a koçkirana ji néva me roja 22é heyvé li Nisébîné li avahiya Mîtanî a Şaredariya Navçeyé ez dé beşdarî bernameya salyada Cegerxwîné nemir bibim li gel Lal Laleş. Ez xwînerén Azadiya Welat, hezkiriyén helbesta kurdî û ya Cegerxwîn vedixwînim bernameyé, û di keseyata gewre a Cegerxwîné peyvnemir de dibéjim, Xweda herdu kedkaré nivîsé: Torî û İsmail Goldaş bi rehma xwe şa bike.

20/10/2010/

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…