Komela Roj Ya Çanda Kurdî 50emîn şewata sînemeya Amûdê bibîr tîne

 

Yek ji erkên komela me ye ku em xwedî li hemû çalakî û taybetmendiyên civaka xwe xwedî derkevin û wan vejînin. Wek me daye pêşiya xwe em ê 50 saliya şewata sînemeya Amûdê wek mezintirîn komkujiya zarokên kurd li seranserê cîhanê tê naskirin bi wer e vejînin. Bi kuştina 283 zarokan kuştina nifşekî ji xelkên Amûdê ye. Ev komkujî ziyaneke mezin ne ji bo rojavayê Kurdistanê ye, lê belê ziyaneke dîrokî ye ji bo hemû kurdan e. Em wek komelak kurdî dixwazin bi semînarekê vê bûyerê vekolin û li ser rawestin.
Mêvan û axaftvanê vê semînarê nivîskar û helbestvan Arşevê Oskan û Nezîr Mele ne.
Cih:Komela Roj ya çanda kurdî
Brink str 20
49393 Lohne
Dem 14.11.2010 Seet 16:00
TL:00491628596386

Bi hatina we civata me dewlemend dibe

Komela Roj Ya Çanda Kurdî
www.komelaroj.de
komela-roj@hotmail.de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…