Najah Hovak
Mala min
Gelo te ez jibîr kirim..!?
Bîranînên teyî germ hîna min dûrpêç dikin
Hêdê .. hêdî
Mîna sêleke sincirî
Min dibrêje
Guhê xwe pêl dikim li qîjê wan dîwaran û di pûnijim
Her şev
Xwe digevêzim di nav xewnan de heya xwen di westin ..
Destê xwe berû heyva li ser banê te dirêj dikim heya teliyên şevê ditevizin
Heyrana wê…
Ebdilmecît Şêxo
Diyarî ji giyanê Mileyê Cizîrî re!
Ne ji bo pêlken te ,
Yên bi detsên berfokî
Hûnayî
Ne ji bo xala li ser henaroka te
Ne ji bo porê te
Ya çîlik
Ne ji bo lêvên te yên nêrgizî
Neji bo xilxala lingên te yên zêrîn
Û ne jî ji bo (…………….)
Tenê ji bo zimanê…
Nizar Yosif
Dema mirov navê Çiya yê Kurmenc di bihîze, yekser qencî û hêminî ya mirov têde perwerde bûyî, ji bîrdankê tête der. Bandora xweşî û nexşên xwezayê, dengê qebeqeba kewan, fîxanên bilbilan, xwendina tilor û çûkan li ser hûsiyên daran, bi hiş ve tentene di bin. Bihna xuhdana cotiyaran, hêza merdan, stiranên jinên jêhatî, keçên…
Burhan Hesso
Kê ji bejna te çinîn maçên gewez
Ji beja wê sîngê,tirî tev rez
Kê dada hilma bîhoka
Kê birrîn memik ji kokan
Ejdehên tariş û yasax
Kanya Spî dane gez
Kê ERŞÊ Xwedê hejand
Çarya riwê te qetand
Kê biryar da
Kê pilan
Kê xefk û tabî vedan
Kê mirovahî,terazû û qapankir
Ser bi ser da bi peran
Dan ber difnê ker û hirç
Gula helez
Kê bişav,şîleya…
Konê Reş
Di havîna 1982an de, li Qamişlo, ez çav bi Prof Dr. Celîlê Casimê Celîl ketim. Ew yekemîn car bû ku dihat nav kurdên Sûriyê. Ji Heleb û Efrîne digel kalemêrekî Ezîdî ji Efînê pêre, hatibûn Qamişlo. Di mêvandariya endazyar Mihemed Şêxo û kebaniya wî Emşa Qadiro de bûn. Di vê carê de, min…
Ebdilmecît Şêxo
Eger tarî li te
barî
Ezê hemû pêçiyên
destên xwe
Ji te re bikim
findên sêrengî
Eger tarî li te
barî
Ezê herdu sêvan
di buhuşta sînga xwe de
Di giyanê te de
bikim çirayên vêketî
Lê ez çav li rê me.
xxxxx
Carekê li ezmên binhêre!
Stêrka Gelawêjê jî
Mîna min pir rindik e
Lê ez hîn sazên tiktikên
dilê…
Burhan Hiso
1.
Ez ji Sarter hizdikim
Û ji rengê nenûkên te
Ji tirafa Ebrû şeva CEGERXWÎN
Ji darkê çixata ŞÊRGO BÊKES,go ji darê ket û bi daristanê ket
MÎXÊL Êsturyas,lê nexweşya min ne Trauma ye
Ji Selma CEZÎRÎ
Ji KAFKA
Ji tîna nafka
Ji pezkofiya Sîpanê xelatê
Êşa min ne Suryaliye
di pişkê de ye
Gule ya min
Ji dûriya hilm û bihna te ye
Êşa…
Nivîskar: Samî Mela Ehmedê Namî.
Bi alîkariya: Komeleya Ramyarî ya Swêdî – Kurdî – 12 avdar
Svensk – Kurdisk ideell förening – 12 mars
Hatiye çapkirin.
Hejmara rûpelên pirtûkê 416 rûpel in, ji wan 40 rûpel wêne û pêçanok in.
Pirtûk çapa yekemîn e, di roja 2020.06.11 li weşanxana Apec Stockholm hete çapkirin.
Diyarî ji bo:
Mîrê pênûsa kurdî Mîr Celadet Alî…
Nizar Yosif
Çiyayê kurmênc herêmek taybete, bi xweşî û dewlemendiya xwe. Heger mirov li ber herêmên din dayîne, hêjmarê herî mezin ji sedî xwendekar tê de hene, û her wisa jî kesên bawername yên xwendekariyên bilind ji zankoyan wergirtin tê de bihtire. Herêm weko çoxek kesk xwe radaye qorziya dawî ji rojavayê kurdistanê, û ser keskaya…
Hejmara 90 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin.
Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Hevpeyvîn, Folklor û Helbestan jî bixwînin.
Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin.
Nivîsara sereke:
– Gelawêjên ronîdar / Mizgîn Hesko
Nerîn û Gotar:
– Çima roja zimanê Kurdî (Xeleka 2)/…