Îbrahîm GUÇLU
Bariya vê çend rojan, birayê Şerefeddîn Elçiyî îhsan Elçiyî çûbû ser dilovaniya xwe. Ew li Enqereyê hatibû gor kirin. Taziya wî pêşî li Enqereyê û pişt re jî li Cizîreyê hat bi dar xistin. Em jî (Ez, Reşad û Gulten Somukî, Hesen Çakirî, Seîd Werojî) duho (05. 03. 2010) çûn taziya Îhsan Elçiyî….
Xalis Msewer
Di sirûda bi navê( Welatê xebatê) Mehmûd Sebrî weha dibêje:
welatê min tu xemla rojhilatî
tu deryayek ji jan û kêferatî
tu kanî ma ji bo sor- raperînan
tu hola şoreş û hêrs û xebatî
Berya hertiştê divabe em zanibin ku helbestvanê me Memûd Sebrî, xwe bi helbestên kilasîk micûldike, û ev jî tê wê manê ku hemû…
Dibe ev cara yekem be, ku wisa bi şêweyekî hovane, piştî cenga cîhanî ya diwem, li welatekî europî êrîşek li ser baregehekî ragehandinê dibe. Çimkî ev şêwe êrîş li dijî zagonên bingehîn, yên hemî welatên europayî bi giştî û yê her welatekî tekane bi taybetî ne.Vêca ji xwe, ku ev êrîş li ser dezgehê…
(di bîranîna demsaleke dîn de)
Yasîn Hisên
Amûdê
Vaye ….îro jî demsal ji nêza dilê te
Li deverên me dimrin
û
ez mîna hunermendekî
têlên tembûra xwe li bejna demsalên te stûr dikim…
ew têlên birçî
xwesteka xwîna tiliyên birçî,,, har,,,, dike…!
ew dîwarê reş bûyî ji tûtina çixara min
ew dara zuha bûyî….ji hêstirê min
ev kefenê fireh…ji jiyana min
fireh dibe…giran dibe… li ser…
(Qamişlo – welatê me) îroj, in 5/3/2010 li Gundê Dekşûriya (bakur-rojhilatî bajarê Qamişlo), bi beşdarbûna cemawerekî zor ji heval û dost, nivîskar, rewşenbîr, partiyên kurdî, û komîteyên mafê mirovan, nivîskar û zimanzanê kurd mamosta Rezoyê Osê, yê kû duh li Qamişlo canê xwe ji dest da, piştî berxwedanek dirêj hember nexweşiyek kujek, hate xaksipartin.
Piştî…
Behîname
Dost û birayên hêja
Malabata mamosta Rizo Osê
Em bi agahdariya koçbûna mamosta Rizo pirr êşiyan, belê êş û xemgîniyeke pirr giran di dilê me de cih girt, mamosta Rizo di nav xelk û miletê xwe de xwedî navekî pir bi nirx û rûmet bû, di biwara ziman û wêjeya kurdî de bejneke bilind bû.
Bi rastî, koçbûna…
Hoşeng OSÊ
Dûmana çixara te, siwaran peyadike…
Û porên te yên givjole, wan li pêlên mirinê siwardike.
Geh dibî nalîna bilûra şivaneke deşta Mêrdênê…
Geh dibî tava buharê, bi ser min de dibarî.
Xeydokê…
Mîna şervanan taxêvî.
Mîna kemanê, dikenî…
Û mîna gîtarê, min bi çixara xwe re dikêşî.
Ez karekê liber şîrim…
Hîna teze me.
Xeyda xwe ji ser xopanên dilê min vekêşe…
Giriyê min têrî…
Kul û keserên vê Avdarê, berbi dagirtinê rojên xw ve diçin. Peyva kurdî hosteyekî xwe yê herî bi tekûzî li ber dida, dinicirand û ciwan dikir winda bû. Rewşenbîriya kurdî henasa xwe ya bi rewanî xewn dixemilandin winda kir.
Kurdayetiyê dînamoyê xwe yê gihandinê û têkildan û danûstendinê winda kir.
Stêr û pirsê îroj xemleke reş girêda….
Doh, êvara înê 04/03/2010, saet 9ê şevê, Yezdanê mezin, piştî nexweşiyek dirêj emanetê xwe ji nivîskar, rojnamevan û welatparêzê kurd Rezo Osê stand. Em jî bi dilekî şikestî û keser koçkirina wî ji Medya Kurd re radigihînin û we serwextî vê oxirkirina wî a xemgîn û diltezîn ku ne di çax û demê xwe de…
Bo mamosteyê min Rezo
Keservedana kîjan sinorî ye, li nav xunava hizra te bû bayekî sor?
Kîjan xem di çavên şevê de, aleya şikestinê daneçikand?!
Kîjan xewn li ser derfeşa peyvê bêhiş ket?
Şev dubare dibin
Ez ji çavên Salar û Rewend xerîbiya xwe serhev dikim
Adar ji tiliyên te peyvên xwe rêsan
Bajar diloyeke gerok e, li hindava dukela dilê min
Dilê…