welateme

Dîdar: Demhat Dêrikî

2. Birêz Narîn Şêxê, hûn wek hunermend(çi di warê stran gotinê de û çi di warê şano de)pirtir şano yan starngotin nêzîkî xwe dibînin? Em çi navî li we bikin, şanoger yan stranbêj?

Bi rastî şîrovekirina stranbêjiyê zehmet e li ser min, ez nikarim wê bi tu rengê hunerê re bipîvim, di rihê…

Rêzan Murad

Vaye roj hilat ji pişta çiya
Ji bin kevira va şîn bû geya
Volkanê mezin vaye teqiya
Dijminê xwîn mij li ber xwe birya

Lawên mîdiya horî û mîtan
Dengê xwe hildan gihandin cîhan
Di bêjin bese ev zilma giran
Va em şîndibin j,xaka Kurdistan

Keçên Kurdistan keçên dilûvan
Destê xwe didin xortên qehreman
Wekî pilinga şêren ser çiyan
Bi hevre êdî dikin serhildan

Wê zilma …

Elî Cefer

Bê gûman her kurdperwerek, li ku dibe bila bibe, dêşe û xemgîn dibe, ji her belayek an komkujiyeke pêrgî miletê me tê. Herweha kêfxweş û şa dibe ji her serkeftineke ku gelê Kurd bi dest dixe.
Ez jî, mîna her kurdekî bi destkeftiyên Başîrî welêt şabûm, tevî ku ne tewaw be jî. Ji…

Ejder Şêxo

Mamostayê hêja!
Min dixwest vê nameyê berî çend rojan, dema tu ji hespê jiyanê peya bûyî û bi dilekî şkestî ber bi taristanê ve çûyî, ji te re binivîsînim, lê dizên xewna me ya mezin nehiştin, rê nedan min ne ez têra xwe bigirîm û ne jî dilê xwe ji bayê qederê re vekim…

Xalis Mswer

Rezoyê Osê ew siwarê rewşenbîrya kurd, ku jiyan û dem û katên wî herdem di xizmeta kurdayetiyê de dihate derbaskirin, û mîna pêleke ji pêlên rewşenbîriyeke bilind û bêhemta gemya rewşenbîrya kurd, ber bi bejaya ronak û dahênaeke ji tore û kelepûr û wêjeya miletê kurd de di ajot.
Min Rezo ji demeke ne…

Siyamend Brahîm

Ji nişkave Nêrdewana mirina reş wêjevanê kurd î hêja Rezoyê Osê ji nav me bir, xuyaye meha Avdarê kaniya vê şîn û boblêtên mezinên ku behra Kurdan jê bê sînorin, û teqez ev nîşana tracîdiya me ya herî xurt barze, Adara kul û derdan wekî nehengekî birçî dilive?! Û vê carê nivîskarê me…

Hilbîn Muhemed Baqir

Birînên dareka stuxwar
Destanek ji ezel avda
Pê navkirin
Bi dînatiya min!

Di germatiya el ezrayê de
Telhên xwe havêtin
Gurz gurz
Di nav lîsê
Nehêniya miyatiyê dipêçandin
Sucde dibrîn bo pirtûkên Semawî
Min nema dît
Sal qulipî
Ji kevne sala par xwe daqutand
Salek nû ye
Serpêhatiyên bajarê dîna û
Ez jî dînek di awaza xwe de Bê dîn bûme
Di perstgeha pir siyaran
Pêngavek min hil neda
Qufil bûm
Ew…

Hoşeng Osê

De bihejîn e… û bihejîn e…
Stûna konê demê bihejîne…
Dergûşa elendê, elenda peyvê, peyva baranê, barana adarê, adara evînê, evîna çiyê, çiyayê xewnan, xewnên welêt, welatê elendê, bi kenê xwe, di govnda pezkovî û xezalan de, de bihejîne.

Porên xwe berde kaniyê û destên xwe ji hechecîkan re bihejîn e.
Dengê tifinga te, hîna di gewriya Cûdî…

Evdile Koçer
evdilekoçer@yahoo.com

Dema ez xebera koçkirina dawî ya Rizoyê Osê(1950-2010) ji Konê Reş werdigirim, pelçimên xemgîniyê ji rihê min dadiweşin.
Ez ji xwe re dibêjim, ‘Mirin, mala te bişewite!’…
Û yekser berê xwe didim nav wan wêneyên ku min di serdana xwe ya berî du hefteyan de li Qamişloka rengîn pê re kişandibûn. Di serdana…

Malbata gorbihişt Segvan Ebdulhekîm,
Kak Hesen Slevanî, serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê
Hêjano!
Bi dilekî xemgîn me xebera koçkirina dawî a nivîskarê kurd Segvan Ebdulhekîm(1948-2010) bihîst, Yezdanê mezin wî bi dilovaniya xwe şad bike, cihê wî bihişta rengîn be..
Bi rastî, bi oxirkirina wî re, stêreke geş ji esmanê rewşenbîriya Kurd li Duhoka Badînan û Zaxoka Botan…