Doh, êvara înê 04/03/2010, saet 9ê şevê, Yezdanê mezin, piştî nexweşiyek dirêj emanetê xwe ji nivîskar, rojnamevan û welatparêzê kurd Rezo Osê stand. Em jî bi dilekî şikestî û keser koçkirina wî ji Medya Kurd re radigihînin û we serwextî vê oxirkirina wî a xemgîn û diltezîn ku ne di çax û demê xwe de…
Bo mamosteyê min Rezo
Keservedana kîjan sinorî ye, li nav xunava hizra te bû bayekî sor?
Kîjan xem di çavên şevê de, aleya şikestinê daneçikand?!
Kîjan xewn li ser derfeşa peyvê bêhiş ket?
Şev dubare dibin
Ez ji çavên Salar û Rewend xerîbiya xwe serhev dikim
Adar ji tiliyên te peyvên xwe rêsan
Bajar diloyeke gerok e, li hindava dukela dilê min
Dilê…
Bavê Nazê
Doh êvarî, dostê min yê ku heta-heta ez deyndarê wî me, ji me xeyidî û çû..Ew çû piştî êşeka dirêj û bê dawî…
Ji xwe, di vê dawiyê de, Rezo êşek li ser êşa ku her dem pê re heval bû, zêde bû.
Êşa pêşî êşa milet û welatê wî bû û êşa…
Weke ku tê zanîn ku, di 7 ê Adarê de li seranserê Iraqê û li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê pêk tê.
Em baş dibînin ku, partîyên ereb û hikumeta İraqê, bi hin leyistikên qirêj astengîyan derdixînin pêşîya hilbijêrên kurd yên li derveyî welêt.
Eve bixwe dîyardeya tirs û nesamîmîyeta wan hêzên nijadperestan e. Loma jî…
Suad cegerxwîn
Xuşkên hêja,ez di rîya vê namêre,silavên xwe yên germ ji were rêdikim û 8ê avdarê, roja navneteweyî ya jina li we teva pîroz dikim.di vê rojêde em jin tev kêfxweşin ,hêvîya me ewe ku wê jinên kurd nêzîk karibin rêxistinên xwe yên serbixwe bi awakî fireh li seranserê welat ava bikin .Avakirina…
Hoşeng OSÊ
1
Xwêhdangirtî, giyanbirçî, poşman û têkçûyî…
Ji kûrahiya tenahiyê, pêjna helbestvanekî, ber bi dojehekê ve, tê.
Kes nizanîbû bê ji kur tê…?!.
Ji kê re dikene û sînga xwe ji kê re vekiriye…?!.
Destnivîsa pirtûka xwe spart rewrewkê…
Wêneya xwe ya nîvşewitî li ber dergeha mirinê daleqand…
Û bê ku navê xwe li ser şevê binivîse…
Pişta xwe da awêneya…
Roja 12 adara 2004 an, polîsên Sûriyê bi mebesta kuştinê temaşevanên fotbolê li bajarê Qamişlo dane ber guleyan û 9 kes kuştin. Di dema veşartina şehîdan yan xwepêşandanan de, li ser goristanan û di bin êşkenceyên hovane de gulebarana şovenîstan berdewam kir û jimara kuştiyan giha 31 xort û keç ên kurd. Bi sedan…
Azer Osê
diyarî hevalê Nezîr Melle
Vê sibehê,
xewn, xwedanê min dibû
û hest, zimanê derbirîna wê dima.
Bi vê xewnê,
li cihê min, avdar diza
û bi ciwanî tevna vê xewnê,
dirêsa.
Di vê xewnê de,
helbest afirî
xew revand
Hêlîn hişyar bûn,
çûk firiyan.
Û
demsaz dihatin
li ser vî dilî,
bûn mêvan.
……………
te jî! rihet rihet, mîna baraneke nerm,
û bêhneke xweş,
li dergahê…
Dîdar: Demhat Dêrikî
1- Brêz Brahîm, Hun weke Kurê hunermendê nemir Mihemed Şêxo, ev demek dirêj e hun di nava kar û xebata mûzîkê cîh digirin, lê di hemen demê de hun bê deng in, sedemên vê bê dengiyê çi ne?
Bi xwe ez dibînim ku ez deng didim. Çi çaxa ku ez berhemekî dinîvisînim, ji…
Programa Gava Sêyemîn, ku nivîska, çîroknûs û romannîvs Helîm Yusiv amade û pêşkêdike, di xeleka roja duşembê 1/3/2010an de were şweandin, dê mevanên wê nivîskar û helbestvan Hoşeng Osê be.
Program, Saet:22:45 li gor dema Ewrupayê di ROJ Tv de tê weşandin. Roja sêşemê jî derdora 11:00 dubare dibe.
.