welateme

Samî Mela Ehmedê Namî

Nivîskar û helbestvan Mela Ehmedê Namî nivîsek bi awayê roportajeke fireh li ser şewata sînema Amûdê nivîsand û pirtûkek bi navê Agirê Sînema Amûdê amade kir û cara pêşî di sala 1987an de li bjarê Uppsala li Swêdê, bi alîkariya weşanxana Jîna Nû.12, hate çapkirin û weşndin.
Ji bo çapa duwemîn, wa ye…

Xizan Şîlan

ez
rêwiyê rêya çolistanên
bêveger im
serkêşê karwanê kûrahiya ramanên
feylezofan im
li nav kelem û striyên hişkebeyaran
li heqîqeta nependî
digerim

bi rîsê neynokên giyanê xwe
tevna zanistî û fazîletê
dihûnim
çirûskên hêviya pêşerojê
di hembêza berbangên rûken de
vedişêrim
erd di bin gavên min yên sist de
westiya
ez
bi dengê xumxuma çemên bi coş
stranên şahiya evîndaran
dilorînim
li ser parsûyên qefesa werîmî
nexşeya welatê qedîm
dineqşînim
ji parzûna serdemên genî
aramî û bextewariyê
dipalînim
tovên xweşbînî…

Gurkan Elhac

Em du şax in daye darek
Yek ziwa bû yê di şîn
Eynekî têde dibînim
Hişke şaxim bûye şîn

***
Mistekî axa welatî
Ser dirêjim sore xwîn
Parçekî qada mi pîroz
Cengewarim ser te dîn
Rojhilatî tu ji Wanî
Hesreta dil kirye hîn
Xoştirîn werzî ji salê
Tu Beharî reng û bîn
***
Kesera sed sal ji Bihrî
Ji ceger tê derbirîn
Şitlekî sorgul ji Şaxê
Tu şilêra ser nuxîn
Pirpizêkî daye…

Şîlan Doskî

Li vî warê li bindestan
ji Somaya Biradostan
ta Ûrmiyê û Silîvana
li me bûye wek xemistan

Hêşta dayê janên caran
Sêdare û gulebaran
lorînkên te dijenînin
li bin zilma van pasdaran

Kavlên kelên evî warî
hewara wan ser me barî
şahsîwarên alhilgir bûn
felek xaîn her neyarî

Bakur Başûr û Rojava
hindis rake ji ber çava
ey aronga di xewêda
bewrana dij lave lava

Li komara berxwedanê
berz e…

 
Em wekî Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya “Nûneratiya Ewropa”, lidarxistina 14emîn kongirê Partiya Demokrata Kurdistan û nûkirina mitmane û dûbare helbijartina cenabê we yê hêja û rêzdar wek serokê Partiya Demokrata Kurdistan bi germî pîroz dikin û hêviya serkevtinê bo kongirê Partiya Demokrata Kurdistan û hemû serkirde û kadirên wê dixwzain, û herwiha pîrozbahiyê li cenabê…

 
Idris Omar

Emerê Lalê (Rêncber)yek ji stûnên Helbesta kilasîk li Rojavaê kurdistanê

Pêşgotin
Dema mirov behsa helbestê û helbestvanan li Rojava yê kurdistanê bike, yek ser hinek navên mizin têne bîra mirov, wekî Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Seydayê Keleş, Ahmedê Şêx, Salehê Heydo û Emerê Lalê hwh. Evan helbestvanan rolek girîng û birçav di warê wêjeya kurdî de lîzitne…

 
Roja înê 4.11.2022an, li bajarê Qamişlo, li ofîsa PDK- S, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civata xwe ya berfireh li gor peyrewa navxweyî bi amadebûna desteya cîbicikar, desteyên şaxan li hundirê welat, herdû şaxên Kurdistanê – Duhok û Hewlêr û nûneratiya Ewropa hat lidarxistin.
Civatê destpê kir bi xuleyeke bêdengî li ser hemî pakrewanên Kurd û Kurdistanê…

 
Rêber Hebûn

Bawerkirin di heman cudahiyên xwe de naveroka girtinheviyan ji bo parvekirina desthilatiya diravî berz dikin, û hemî ji bona parastina desthilatê ne, û cîgirkirina wê bi maskên cur bi cur û gelek caran bihane didin e cengan bi buyaxên pirreng di navbera têgeha maf û parastinê de kûr tevderbas dibin,û dirnaxên xwe di hemî…

Di / 31 / 10 / 2004an de xebatkarê hêja û helbestvanê ciwan heval (Ferhad Çelebî) Endamê komîta navendî ya partiya me bi bûyereke tirafîkê ew û Du birayên xwe koça dawî kirin.
Hevalê Ferhad partîzan , helbestvan , çêroknivîs û rojnamevanekî çalak bû , bi dirêjahiya salan ji ciwaniya xwe de heya bi kêliya dawiyê…

Konê Reş

Di bîranîna 38 saliya koçkirina Yilmaz Guney de/ 2022, ez li sala 1982an vegeryam, ew sala ku Yilmaz Guney bi filmê xwe (YOL), beşdarî di festîvala (Kan)ê ya sinemayê de, li Fransayê kir, Xelata Zêrîn stand û zulm, zor û perîşaniya gelê kurd di dinyayê de belav kir.. hem jî ez li roja 9ê…